Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk bi hev ketin

Koma çete ya Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî artêşa Tirk dagirker a li Efrînê û komên din ên çeteyan de şer qewimî. Hate ragihandin kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Di navbera komên çete yên li gel artêşa Tirk a dagirker ku Efrîn dagir kirin de şer qewimî. Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyên ji herêmê, di navbera komên çete yên Ehrar El-Şerqî û komên din ên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên li bajar de şerê dijwar rûdane.

Hate ragihandin ku şer li derdorî dibistan Kerama dijwar bûye, çeteyan hemû dikarnên li bajêr girtiye û qedexe kir ku welatî derkevin derve.

Li gorî agahiyê destpêkê ku ji herêmê hatin girtin, di şer de 2 çete hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne. Çavkaniyan anî ziman ku dengê şerê dijwar li nava bajêr didome hê jî tê bihîstin.