Karmend û bazirganên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan karmend û bazirganên Kobanê dikanên xwe girtin û ji bo şînê û bibîranîna 29 şehîdan meşiyan.

Karmend û bazirganê Kobanê ji bo rabûna li ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de 29 endamên hêzên têkoşîna li dijî madeyên hişbir bûn şehîd, meşiyan û şehîd bi bîr anîn. Meş ji Qada Aştiyê dest pê bû û li Qada Jina Azad dawî lê hat.

Karmend û bazirgan gihîştin Qada Jina Azad, bi deqeyekê rêz ji bo bibîranîna şehîdan girt. Bi pişt re Şêx Nebî Hemî ku şêniyekê Kobanê ye, axivî, got: ‘’Dewleta Tirk her kes û cihên xizmetê û binesaziya herêmê ji xwe re dike armanc. Herî dawî li Akademiya Hêzê Têkoşînê ya li dijî madeyên hişbir xist û di encamê de 29 endam bûn şehîd. Tiştên dewleta Tirk dike, sûcên şer in û her dixwaze gelê herêmê qir bike.’’ 

Dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ hat berzkirin û dawî li meşê hat.