Jin a ku MÎT'ê ji kampa Holê revand endama DAÎŞ'ê ye

Jina DAÎŞ'î Natalîa Barkal a ku MÎT'ê ew ji Kampa Holê revand, li beşa "mûhacerat" a kampê dima ku beşa "herî xetere" ya kampê bû. Tê texmînkirin ku Barkal endama rêxistina veşartî ya DAÎŞ'ê ya li kampê "El Hîsbe" bû.

Natalîa Barkal a ku ji aliyê Îstîbarata Tirk (MÎT) ve ji Kampa Holê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate revandin, yek ji "muhacir" an jî "cîhadîst" ên DAÎŞ'î bû û ji beşa kampê ya "herî xetere" hate revandin. Li vê beşa kampê, DAÎŞ'iyên ku herî dawî ji nehiya Baxozê ya Dêrazorê derketin û weke 'teqez DAÎŞ'î' ne, dimîne.

Ajansa Anatoliyê (AA) ku ajansa fermî ya dewleta Tirk e, îro bi sernavê "MÎT'ê jineke Moldovayî û 4 zarokên wê ji destê YPG/PKK'ê rizgar kir" weşand û di nûçeya xwe de mikur hat ku MÎT'ê DAÎŞ'iyên li Holê revandiye.

ANF'ê têkildarî mijarê xwe gihand rayedarên kampa Holê. Rayedarên kampa Holê diyar kirin ku Natalîa Barkal a ji aliyê MÎT'ê ve hate revandin, beriya bê revandin "Li beşa endamên herî xetere ku ji xwe re muhacir dibêjin" a li kampê dima.

Rayedarên kampê diyar kirin ku îstîxbarata Tirk bi taybetî hewl dide yên ku ji xwe re "muhacir" dibêjin birevîne û heta niha gelek hewldanên revandinê hatine têkbirin.

Rêveberiya kampê ragihand ku îro jî hewldanek ji bo revandinê rû da, lê ji aliyê ewlekariya kampê ve hate astengkirin. Rêveberiyê diyar kir ku îstîxbarata Tirk bi taybetî hewl dide bi rêya bazirganên mirovan van kesan birevîne.

LI KAMPÊ 67 HEZAR MIROVÊN JI 48 WELATÊN CUDA HENE

Kampa Holê ku ji bilî Iraq û Sûriyeyê 67 hezar kesên ji malbatên DAÎŞ'iyan ên ji 47 welatên cuda lê dimînin, weke yek ji kampên herî metirsîdar ên dinyayê tê pênasekirin.

Li kampê ji bilî Iraq û Sûriyeyê 67 hezar kesên ji 48 welatan mîna Tirkiye, Tirkmenistan, Azerbaycan, Ozbekistan, Çeçenistan, Tirkmenistan, Kirgizistan, Tûnis, Erebistana Siûdî, Fas, Cezayir, Fransa, Misir, Elmanya, Belçîka, Norwêc, Hollanda, Fînlandiya, Awûstralya, DYE, Tirkisan a Rojhilat, Endonezya, Malezya û Hindistanê hene.

RÊXISTINIYA VEŞARTÎ YA EL HISBE

Li kampê ku ji 13 beşan pêk tê, DAÎŞ hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike. DAÎŞ ku xwe bi rêya jinan bi rêxistin dike, li kampê hewl dide bi rêya rêxistinbûna bi navê "El Hisbe" xwe ji nû ve komî ser hev bike.

Ev rêxistinbûna ku piraniya wan ji kesên ji xwe re "muhacir" yan jî "cîhadîst" dibêje pêk tê, li kampê perwerdeyên veşartî pêk tîne, dadgehan ava dike û pêkanînan ferz dike.

Rêxistinbûna navborî "El Hisbe" di nava sala dawî de zêdeyî 30 jin bi hinceta ku "pêkanînên DAÎŞ'ê qebûl nekirin" înfaz kir. Piraniya jinên hatin înfazkirin jî li binê konan hatin veşartin.

'DIBE KU NATALÎA ENDAMA BARKEL EL HISBE BE'

Rêveberiya Kampê Holê got ew texmîn dikin jina bi navê Natalîa Barkal ku MÎT'a Tirk revandî û teslîmî Molodovayê kirî endama 'El Hisbe'

Berpirsê Kampa Holê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwestî navê xwe bide got, ew lê difikirin, ''Dibe ku Natalîa Barkal derbarê dewleta Tirk xwedî agahiyên girîn be û ji ber vê jî ji bo ku wê birevînin ew qasî hewl dane.''

MOLDOVA LI ŞÛNA SERLÊDANÊ JI MÎTÊ DESTEK XWEST

Di nûçeya Ajansa Anadoluyê de tê gotin Natalî Barkal li ser daxwaz hikûmeta Moldovayê ji hêla MÎT'ê ve hatiye revandin û teslîmî Moldovayê kirine.

Her wiha Serokkomarê Moldovayê Îgor Dodon jî wêneyê Barkal û 4 zarokên wê ku pêşwazî li wan hatiye kirin li ser medyaya civakî par ve kiriye.

Gelek endamên DAÎŞ'î yên li Kampa Holê yên welatiyên welatên cuda piştî ku serî li Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê dan hatin teslîmkirin.

Heta niha 200 endamên DAÎŞ'î yên welatiyên welatên cuda hatin teslîmkirin.

Her wiha tê meraqkirin bê ka çima hikûmeta Moldovayê li şûna ku serî li Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê bike ji îstîxbarata Tirk xwestiye ku Barkal birevîne.