Ji Kevana Zêrîn klîba 'Sakîne Cansiz'
Tevgera Çandê ya Jinê Kevana Zêrîn di salvegera 12'emîn a şehadeta yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) de klîbek bi navê 'Sakîna' weşand.
Tevgera Çandê ya Jinê Kevana Zêrîn di salvegera 12'emîn a şehadeta yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) de klîbek bi navê 'Sakîna' weşand.
Klîba ku gotin, muzîk û stranbêja wê Sîdar Amed e, ji aliyê NÛJINHA ve hate weşandin.
Klîba stranê jî ji aliyê Feraşîn Demhat ve hatin çêkirin. Aranje û mîksa wê ji aliyê Xwezan Harûn, saz ji aliyê Mordem Firat, gîtar ji aliyê Varon Candemîr ve hatin lêxistin. Xwezan Harûn û Mordem Firat bi hev re vokaltiya stranê kirin.
Sîdar Amed ku stranê dibêje, diyar kir ku gava gotinên stranê nivîsiye gelek tengasî kişandiye, ji ber ku nikaribûye Sakîne Cansiz bi gotinan bîne ziman. Sîdar Amed wiha got: “Gava destpêkê min Heval Sara nas kir, liv û tevgerên wê, sekna wê ya bi dîsîplîn, bandorek mezin li min kirin. Min ji xwe re got ku ‘cewhera xwe ji Rojê girtiye’ û ev yek bûye sedem ku xweşiktir û bi heybettir bibe. Min ev stran, wek deyneke rêhevaltiyê nivîsand. Hemû jin, mêr, her kesên ku heval Sara nas dikin, pêwîst e behsa wê bikin. Heval Sara, efsûna jiyana şoreşger e.”