Ji danê siharê ve bi dehan gund û bajarok hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve êrîşên xwe bê navber didomîne. Ji danê siharê ve bi dehan gund û bajarok hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve bombe li dehan gund, bajarok û bajaran barand. Sivîl û binesaziyên qadên sivîlan bi zanebûn bi rengekî sîstematîk dibin hedef.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku tenê di roja 23’ê Mijdarê de 116 gund û bajarok hatine bombekirin û di encama êrîşan de 2 şervan û endamekî asayişê şehîd bûne.

Êrîş bi şev û ji sibeha 24’ê Mijdarê ve bênavber didome. Di nava rojê de hinek qadên ku hatine bombekirin wiha ne:

Dewleta Tirk a dagirker bi saeta herêmî di 15:40’an de ji Cerablusê gundê Til Eber ê rojavayê Kobanê bombe kir. Ev gund ji danê siharê ve herî kêm 3 caran hate bombekirin.

Dewleta Tirk nêzî saet 15:10’an de rêya Zîrgan-Dirbesiyê bombe kir.

Dewleta Tirk bi saeta herêmî di 15:00’an de gundê Heremê Şêxo, Til Zîwan, Dado, Til Kêf, Herem Reş û  Şorik yên Kantona Qamişloyê bi obus û havanan bombe kir.

Di encama êrîşan de ziyan gihişt xetên elektîrikê a di navbera gundên Heremê Şêxo û Herem Reşê.

Êrîşê di saet di 14:40'î de dest pê kir. Dewleta Tirk bombe li embarên genim ên bi 2 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ne, barand. Herî kêm 3 top li herêmê ketin.

Bi hemwextî êrîşê bir li ser gundê Dugire yê li ser rêya Qamişloyê.

Di heman wextê de navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê û gundê Bêlûniyê hate bombekirin.

Nêzî saet 14:30’an de gundê Hasidê a rojhilatê Amûdê hat bombekirin.

Dewleta dagirker bi saetê herêmî di 14:00’an de gundên Mehrekan û Rûtan ên Suryaniyan ku 6 kîlometre li bakurê rojavayê Tirbesiyê ne, bombe kir.

Têkîldarî êrîşê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Bi saetê herêmî di 12:30’an de gundê Dirdara a bakurê Til Temirê hat bombekirin.

Nêzî saet 11:30’an de gundên Gozeliyê û Til Leben yên rojavayê Til Temirê hate bombekirin.

Nêzî saet 09:00’an de gundên Til Werd, Dada Ebdal û Rebîa yên Zîrganê hate bombekirin.

Di heman saetan de gundê Cêşan ê rojhilatê Kobanê û gundê Zorava yê rojavayê bajêr hate bombekirin.

Bi hemwextî li gundê Qeremoxê ê Kobanê baregeha ku leşkerên Şamê lêbûn hate bombekirin.

Gundê Alîaxa ya di navbera Dêrîk û Çilaxayê bi balafirên şer hate bombekirin.

Gundên Şehlomiyhê, Zorava û Rûtan yên Tirbespiyê û qada petrolê ya îstasyona Seîdê û gundê Rûtan ya Suryanan bi havan, doçka û çekên giran tên bombekirin.