Ji bo Rêberê Gelê Kurd li Minbicê zêdetirî 700 hezar îmze hatin berhevkirin

Hat ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kantona Minbicê zêdeyî 700 hezar îmze hatin berhevkirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kantona Minbicê daxuyaniyek da û ragihand ku xebatên berhevkirina îmzeyan li kantonê bi dawî bûne piştî ku 711 hezar û 180 îmze hatine berhevkirin.

Endamê însiyatîfê Sadiq El Esîdî daxuyanî li Stada Beledî ya bajêr xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo ku em dengê xwe bigihînin cîhanê da ku berpirsyariyên xwe li hemberî vîna gelan bînin cih û siyaseta hovane ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî li Îmraliyê dimeşîne, bi dawî bike, me dest bi pêngava berhevkirina îmzeyan kir. Piştî berhevkirina 711 hezar û 180 îmzeyan pêngava me bi dawî bû."

Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê rêya têkoşîn û berxwedanê berdewam bike. Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyeyê de yên ku piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hate silavkirin.