'Ji bo darizandina DAÎŞ'ê divê dadgeha navneteweyî ava bibe'

Rayedarê Buroya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê Mûstafa Balî got, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê divê li Rojava dadgeheke navdewletî bê avakirin.

Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li dijî DAÎŞ'ê dewam dikin, ku DAÎŞ li herêmeke biçûk a Dêra Zorê asê maye. Rayedarê Buroya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê Mûstafa Balî li ser rewşa li Dêra Zorê ji ANF'ê re axivî.

Balî diyar kir, ne rast e ku DAÎŞ tenê weke rêxistineke leşkerî bê dîtin û got, "Ji aliyê leşkerî ve DAÎŞ di rojên dawî de ye, lê belê ji bo DAÎŞ bi temamî ji holê bê rakirin divê li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî pêk were."

Balî anî ziman, çeteyên DAÎŞ'ê Tirkiyeyê weke herêma xwe dibînin û got, "Li gorî agahiyên gihîştin me, çeteyên DAÎŞ'ê bi rêya qaçaxçiyan derbasî aliyê Tirkiyeyê dibin. Ji wir jî berê xwe didin Ewropayê."

Balî bal kişand ser rewşa çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî û got, "Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan li vir bên darizandin, divê dadgeheke navdewletî û girtîgeh bên avakirin. Ji ber ku têkiliya çeteyên DAÎŞ'ê bi gelek dewletan re heye."