Ji Şopdarê Rojê 27 pirtûk
Bi Şoreşa Rojava re yek ji karên wêjeyî Şopdarê Rojê ye. Şopdarê Rojê ku li her bihosta xaka Rojava digere, heta niha 27 pirtûk amade kiriye.
Bi Şoreşa Rojava re yek ji karên wêjeyî Şopdarê Rojê ye. Şopdarê Rojê ku li her bihosta xaka Rojava digere, heta niha 27 pirtûk amade kiriye.
Şopdarê Rojê karekî wêjeyî ye ku sala 2018'an destpê kir. Bi vî karî, keda gel a ji bo şoreşê hate nirxandin.
Ji bo pêşî li berevajîkirina şoreşê bê girtin, ji bo şaş neyê nîşandan, nivîskarên Rojavayî bi pirtûkên Erebî dixwazin şoreşê bi cîhanê bidin nasandin. Şopdarê Rojê ku bûyerên bi şoreşê re rû dan yek bi yek qeyd kir, tax bi tax geriya, xwe gihand civakê, lehengî, çîrokên jiyanê yên nayên zanîn, şehîdên şoreşê, dayikên şehîdan, çîrokên taybet vedibêje. Her wiha hovîtiya ku li jinên Êzidî hate kirin, berxwedana Kobanê, Berxwedana Serdemê-Efrînê ya 58 rojan ji berhemên xwe ne.
Şopdarê Rojê dixwaze dîroka bi destê desthilatdariyê hatiye nivîsandin ji nû ve bê nivîsandin, bigihêje nifşên nû, lewma dixwaze cîhan rastiya Şoreşa Rojava nas bike.
BI DILXWAZÎ TÊ KIRIN
Tîma Şopdarê Rojê ji bo lehengiyên rû dane neyên jibîrkirin, hewl dide li dîrokê binivîsîne. Heta niha bi hejmareke kêm 27 pirtûk amade kiriye û 6 ji wan jî ji bo çapkirinê amade ne. Kar bi dilxwazî tê kirin û gelek endamên xwe yên dilxwaz hene.
JI ROJAVA HETA BI MISRÊ
Li ser çavkaniya artêşbûna jinê, damezrandina YPJ'ê pirtûkeke berfireh a lêkolînê gihand ber destê civakê. Li gel karê nivîsandina pirtûkan her wiha kedeke mezin tê dayin ku xwe bigihînin her qada têkoşîn û berxwedanê.
Xwe negihandibe çar aliyên cîhanê jî pirtûkên xwe li pêşangehên li Başûrê Kurdistanê, Misrê û Lîbyayê nîşan da, li Misrê pirtûk têne çapkirin. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî bi rêya fûara gerok, heta demekê xwe digihîne gel.
BÛN DENGÊ GEL
Ji Şopdarê Rojê Sena Hecî bal kişand ser girîngiya wêjeyê û got, "Wêje ew huner e ku rastiya gelekî radixe pêş çavan. Eger berxwedana gelek gelan nehatibû nivîsandin, civak wê bi wan nizanîbûya. Berxwedan û têkoşîn, lehengî û zilma têkirin bi wêjeyê têne vegotin. Wêje gihandina gelê xwe li cîhanê ye."