Hunermend Mîrsaz: Rêbertî bal kişand ser jiyaneke hevpar

Hunermend Delîl Mîrsaz diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ya ku dihate ferzkirin têk bir û bi israra li ser ziman, çand û nasnameya her gelî bal kişand ser jiyaneke hevpar.

Hunermend Delîl Mîrsaz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandê dest bi têkoşîna azadiyê kir. Delîl Mîrsaz diyar kir ku Abdullah Ocalan jiyan weke çandekê nirxand, ji xwe re kir armanc kku civak û jiyaneke xurt ava bike û got, "Avakirina çandeke xurt beriya her tiştî bi afirandina kesayetên xurt dibe. Lewma hîmê çanda civakî danî. Avabûna koma destpêkê bi avabûna çandî pêk hat. Hîmê çandeke welê danî ku azadiya mirov û civakê ji xwe re dike esas."

ÇANDÊN CUDA GIHAND HEV

Mîrsaz bi bîr xist ku ne tenê li ser çanda Kurdan kûr bû, xwedî rêbazeke welê ye ku cudahiyên çandî ji xwe re dike esas û got, "Mîna destegulekê rengên cuda di nava xwe de vedihewîne. Ne tenê koma destpêkê, her wiha di hatina Rêbertî ya li Sûriyeyê de jî ev rengîniya çandî dikare bê dîtin. Karên hunerî jî tevlî gavê ji karên çandî hate kirin. Di arşîvan de wêneyên gelekî kevn hene. Bi hatina Lubnanê re karên çandî û hunerî jî destpê dikin. Bêguman bi xwegihandina li gelê Fîlîstînê re rengîniya gelan di çand û hunerê de nîşan dide."

YÊN KU PERWERDE KIR ŞAND EWROPAYÊ

Mîrsaz ragihand ku Abdullah Ocalan ji bo çanda Kurd zindî bihêle, komên ku perwerde kir şand Ewropayê û got, "Rêbertî zanîbû ku çanda gel hatiye desteserkirin, lewma bi çand û hunerê li dîrokê vedigeriya. Armanca wî ew bû ku gelê ji cih û warê xwe koç kiriye, hatiye sirgûnkirin ji çand û zimanê xwe dûr nekeve. Gelê Kurd ne tenê bi çanda xwe da jiyîn, her wiha lê zêde kir, berfireh kir. Lewma bandoreke xurt li Kurdistanê kir. Bi taybetî jî li Rojava. Karên çand û hunerê yên Koma Berxwedan ên li Ewropayê li Rojava jî deng veda. Rêbertî bi xwe dişopand û karên ku çanda civakê, dîrok û têkoşîna civakê nîşan didan erê dikir. Ev yek rêbazeke Rêbertî bû. Mînak, Rêbertî kaseta destpêkê ya Koma Berxwedan qebûl nekir, ji bo weşandinê erê nekir. Kaset ji bo Hevalê Egîd hatibû amadekirin. Ji ber ku diyar kiribû ku qala jiyana Hevalê Egîd, çand û têkoşîna wî nekiriye. Lewma kaset ji nû ve hate nirxandin û weşandin. Kaseta ku hate weşandin li Kuridstanê deng vedabû, lê belê bandoreke hîn cuda li Rojava kiribû. Gavên destpêkê yên vegera li xwe dabû destpêkirin. Çanda lêkolînê zêde bûbû."

Mîrsaz diyar kir ku li Rojava li her bajarî li her gundî komên çandê hatin avakirin, li Kobanê Koma Botan, li Helebê Koma Serxwebûn, Agirî û Amed, li Efrînê Koma Engîzek, li herêma Cizîrê Koma Cûdî, Tolhildan û Raperîn ava bûn û got, "Bêguman ev komên têne naskirin bûn, komên ser bi wan jî hebûn. Armanca esasî jî zindîkirina çandê bû. Dibe ku propaganda dihate kirin, lê belê propaganda bi xwe jî qala çanda gelê Kurd dikir."

Mîrsaz destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd hewl da ku her gel bi ziman, çand, nasname û hebûna xwe bi hev re bijîn û got, "Çawa ku di dema civaka xwezayî de gel bi hev re jiyan, bêyî ku li hemberî hev şer bikin, komkujiyan bikin, qirkirinan bikin jiyanek meşandin, Rêber Apo jî xwest ku atmosfereke bi vî rengî ya çandê biafirîne."

MODELEKE NÛ AVA KIR

Mîrsaz ragihand ku bi projeya Neteweya Demokratîk re biratiya gelan nîşan da û got, "Nîşan da ku civakeke bi sîstema baviksalariyê dijî ji aliyê çand, civakî û aborî ve nikare bi pêş bikeve. Bi wê rolê rabrû ku bi kûrahiya dîrokê dakeve, ya heyî binirxîne û ji nû ve biafirîne. Ya heyî nirxand û têk bir. Rêber Apo nirxandinên xwe yên li parêznameyan ne tenê ji bo gelekî yan jî gelê Kurd kir, ji bo tevahiya gelên cîhanê modeleke nû afirand. Di çand, nasname û zimanê her gelî de israr kir û işaret bi jiyaneke hevpar kir."