HRE’yê li ser êrîşên dagirkeran a li ser sivîlan daxuyaniyek da

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê û sivîlên li herêmê daxuyaniyek da. HRE’yê anî ziman ku bê navber jîngehên sivîlan tên hedefkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku ji ber topbaran û êrîşên dagirkeran ziyanên mezin digihêjin sivîlan û soz dan ku wê hesabê ji dagirkeran bixwazin.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên Efrîn û Şehba êrîşên xwe bê navber berdewam dikin. Piştî dagirkirina Efrînê mirovên sivîl ku neçar mane ji axa xwe koçber bibin, cihê ku çûne jî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku dijminê hemû gelan e, xilas nebûne. Derveyî pêkanînên dermirovî ku li Efrînê tên meşandin, gundên herêmên Efrîn û Şehbayê her roj ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Di vê çarçoveyê de; di nav meha Hezîranê de li ser herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber tevgera balafirên keşfê çêbû. Ev herêm her roj tê topbaranankirin û di encama wan êrişan de 14 caran şewat derket. Di wan şewatan de ziyaneke mezin ber gelê herêmê ket.

Em Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) careke din soza ku me daye gelê xwe, dubare dikin ku em hesabê wan êrîşan bipirsin.”