HRE: Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama çalakyên taybet ên li herêma Efrînê yên hêzên wan de ya 4’ê Adarê de leşkerek jî di nav de 4 dagirker hatin e kuştin, 6 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên şervanên xwe daxuyaniyek da û ragihand ku çalakiyên wan ên dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne bidomînin.

HRE’yê di daxuyaniyê de got; “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ku li herêma Efrînê û derdora wê bicîh bûne bi çalakiyên xwe yên bi bandor ku bi cûreyên çalakiyên sabotaj, kemîn, sekvanî û serdegirtinê re derbên giran dixin. Di vê çarçoveyê de, di dîroka 4’ê Adarê li navçeyên ya bi ser Efrînê 2 çalakiyên taybet li dijî leşker û komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin lidar xistin.

Roja  4’ê Adarê şervanên me li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker li gundê Basilê ya girêdayî navçeya Şêrawa ye çalakiyeke taybet pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî jî hate rûxandin.

4’ê Adarê şervanên me çalakiyeke taybet li dijî baragehek koma çeteyên El Cebha El Şamiyê li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navê Eymen Şobek û Elî Ebû Îslam hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.”