HRE: Li Bab û Şerayê 2 jê leşker 5 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, li Bab û Şerayê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, 2 jê leşker bi giştî 5 dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, li Bab û Şerayê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, 2 jê leşker bi giştî 5 dagirker hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê, di 25 û 27'ê Nîsanê de çalakî hatin lidarxistin.
HRE'yê ragihand, roja 25'ê Nîsanê li herêma Babê li dijî wesayiteke çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyê de wesayitek hate îmhakirin, 2 leşker û 2 çete hatin kuştin, 2 leşker û çeteyek jî birîndar bûn."
Li gorî daxuyaniyê, çalakiya duyemîn jî roja 27'ê Nîsanê li gundê Enabkê yê navçeya Şerayê pêk hat.
Di vê çalakiyê de ku bi rengê sûîqestê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, çeteyek hate kuştin.