HPG: Ji Dersimê heta Metînayê 8 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku ji Dersimê heta Metînayê çalakiyên hewayî û bejahî yên gerîla yên li dijî dagirkeran dewam dikin. Hate ragihandin ku li Dersimê 2, li Metînayê jî 6 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Bi çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' ji Dersimê heta Metînayê ji bejahî û hewayî ve çalakî dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên me wiha ne;

LI DERSIMÊ 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

9'ê Gulanê hêzên me li herêma Derekoy a navçeya Xozad a Dersimê du yekîneyên dijmin ên li qadê xistin bin kontrola xwe û ew şopandin. Saet di 13:30'î de ji cihekî nêz ve bi hevdemî li dagirkeran xistin. Di encama van herdu çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran piştî çalakiyê li derdorê reşandin û bi helîkopteran bombe li qadê barandin.

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarên me yên nemir hevrê Zîn Avesta û Yilmaz Dersim hate lidarxistin.

ÇALAKIYÊN HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;

9'ê Gulanê saet di 08:30'î de li herêma Metînayê ji hewayê ve li dagirkerên li ser Girê Zendûra xistin. Di vê çalakiya serketî de derb li dagirkerên li ser Girê Zendûra hate xistin.

10'ê Gulanê saet di 10:00 de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve çalakî hate lidarxistin. Bi rengekî serketî li dagirkerên li ser Girê Zendûra hate xistin.

'PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛR'Ê'

Bi çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê';

9'ê Gulanê saet di 10:30'î de li herêma Metînayê dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya yê li qada Derarê ketin nava liv û tevgerê û dema xwestin darên li ser gir bibirin, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve derbên giran li dagirkeran hate xistin û 6 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyên me Çekdar û Kûrtay bi rengekî fedayî bi ser dagirkeran ve çûn û dema xwestin çek ji ser cenazeyên dagirkeran rakin ketin şerekî giran. Di vî şerî de herdu hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Di vê çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin. Lê belê hejmara dagirkerên birîndar gelekî zêde ye. Piştî vê çalakiyê dagirkeran bi helîkopterên êrişê bombe li qadê barandin û mirî û birîndarên xwe ji herêmê birin.

9'ê Gulanê saet di navbera 13:30 û 14:00 de li herêma Garê derdora gundê Şikeftiya yê qada Meyrokê bi balafirên şer 7 caran hate bombekirin. Di vê bombardûmanê de hevrêyê me Çiya şehîd bû, hevrêyekî me jî birîndar bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Çiya wê piştre bên parvekirin.

BOMBARDÛMANA HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan, helîkopter û balafirên şer êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser van êriş û bombardûmanan wiha ne;

9'ê Gulanê danê nîvro li herêma Metînayê qada Kêste û Girê Zendûrayê bi obus û hawanan hatin boombekirin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi derdorê ket, şewat hîn jî dewam dike.

9'ê Gulanê ji saet 21:30 heta 23:30'î li herêma Metînayê Girê Zendûra yê Mezin û qada Derarê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

9'ê Gulanê saet di navbera 22:30 û 00:00 de li herêma Avaşînê li qadê Şukê, Mervanos û Mamreşo helîkopter geriyan.

10'ê Gulanê saet di 00:10'an de qada Karker a li herêma Zapê bi balafiran hate bombekirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."