HPG'ê 2 gerîlayên sala 2015'an şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Rizgar û Zerdeşt ên sala 2015'an li herêmên Serhed û Garzanê şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Sala 2015'an di operasyonên dewleta Tirk a qirker de yên li dijî hêzên me yên gerîla hatin kirin, li herêmên Serhedê û Garzanê hevrêyên me Rizgar û Zerdeşt li dijî hêzên operasyonê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin."

Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameya herdu gerîlayên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Rizgar Serhildan
Nav paşnav: Reşît Çetînkaya
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Cevahîr-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2015 / Serhed

Nasnav: Zerdeşt Sîser
Nav paşnav: Mehmet Çevîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nazîfe-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Kanûna 2015 / Garzan

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hevrêyê me Rizgar li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û li cihekî ku bi nirxên neteweî yên gelê me ve dilsoz e mezin bû. Piştî ku têkoşîna me ya gerîla li tevahiya qadên Bakurê Kurdistanê belav bû partiya me PKK nas kir û ji bo erk û berpirsyariyên xwe yên di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi cih bîne sala 2014'an tevî pismamê xwe tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rizgar ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi sekna xwe ya fedakar bal kişand ser xwe û xweafirandina bi kedê weke pîvaneke bingehîn danî ber xwe. Dilsoziya wî ya bi Rêbertî, şehîdan û gelê me re kir ku hîn bi xurtî têbikoşe û bi vê taybetmendiya xwe li her qadê xwedî li wezîfeyên xwe yên pêşengiyê derket. Sekna xwe ya fedakar û kedkar a li nava jiyanê li meydana şer jî bi rêbaza fedayî nîşan da û bi vê yekê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi payîza 2015'an de dema ku dewleta Tirk a qirker li qada Çemçê ya Qersê dest bi operasyonê kir, hevrêyê me Rizgar derbên giran li hêzên dijmin xist. Di vî şerî de bi giranî birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin hefteyekê li stargehê ma, piştre jî şehîd bû. Hevrêyê me Rizgar bi vê sekna xwe ya fedayî ku minet li dijmin nekir, cihê xwe di hiş û bîra hevrêyên xwe de girt û bi şehadeta xwe bû hinceta bilindkirina têkoşînê ji hevrêyên xwe re.

Hevrêyê me Zerdeşt li paytexta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Amedê li nava malbateke welatparêz a ji çanda berxwedêr a vê herêmê ji dayik bû. Piştî ku dewleta Tirk a qirker di demekê de ku têkoşîna me ya azadiyê gelekî nêzî serketinê bû polîtîkayên qirkirinê ji nû ve xiste dewrê û li ser vê bingehê li gelek herêmên Kurdistanê li dijî destketiyên gelê me dest bi êrişê kir, hevrêyê me Zerdeşt li dijî vê zîhniyeta faşîzan ji bo berpirsyariya xwe ya ji bo gelê me bi cih bîne tevlî nava refên gerîla bû.

Ji dema tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya xwezayî û dilê xwe yê pak bêteredût tevlî bû û bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Tevî ku di nava refên gerîla de nû jî bû bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û taybetmendiya xwe ya hînbûnê di demeke kurt de pîvanên zirav ên gerîlatiyê hîn bû û berpirsyarî hilda ser milê xwe. Li dijî êrişên dijmin ên li ser gelê me bi hêrseke mezin têkoşiya û her tim xwest li qadên şer ên herî giran wezîfeya xwe pêk bîne. Hevêyê me Zerdeşt li ser vê bingehê li dijî dijmin ku bi çarçoveya 'Plana têkbirinê' de di şexsê gerîlayên me yên azadiyê de ji bo komkujiya gelê me dest bi operasyonan kir, bi rêbaza fedayî şer kir, di şer de derbên giran li dijmin xist û bi lehengî şehîd bû.

Em weke şervanên partiya PKK'ê ku her şehadetê dike hinceta mezinkirina têkoşînê û bi vî rengî mezin dibe; soz didin ku em ê armanca gelê me û şehîdan teqez bi ser bixînin. Li ser vê bingehê sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Rizgar û Zerdeşt, ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin."