HPG: Dagirkerek hate cezakirin, 3 mobesse hatin îmhakirin

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên 3-7'ê Kanûnê de dagirkerek hate cezakirin û 3 mobesse hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

6'ê Kanûnê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

7'ê Kanûnê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan daran bibirin bi sekvaniyê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Metînayê;

4'ê Kanûnê saet di 16:30 û 5'ê Kanûnê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî bombeyan li çeperên şer bibarînin, bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî hate kirin.

5'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çarçelê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

Li herêma Xakurkê;

7'ê Kanûnê saet di 08:00 de li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Kamûran bi hevdemî çalakiya bi çekên giran hate kirin û di encamê de çeperek hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

3, 4 û 7'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 11 caran bi gazên kîmyewî û 7 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5'ê Kanûnê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên Şehîd Diyar carekê bi droneya bombebarkirî hatin bombekirin.

5 û 6'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

3, 5, 6 û 7'ê Kanûnê li herêma Metînayê Gundê Bêşîlî, Gundê Xankê, Gundê Dergelê 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Ava Lolanê, Kolît û Geliyê Lolanê 9 caran, li herêma Garê Deşta Kafya, Gundê Gûzê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 7 caran, bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Kanûnê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."