Hisên: Yekîtiya neteweyî erka her hêzeke Kurd e

Nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên got, "ger yekbûyîn di vê dema taloke de pêk neyê dibe ku ev firsenda dîrokî careke dî çênebe."

Nûnera Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ya li Başûr Nûrşan Hisên hişyarî da ku eger di vêdema taloke de yekrêziya Kurdan çênebe dibe ku careke din ev fersend bi dest wan ve neyê û statûya Kurdan ji dest biçe.

'HEWCEYÎ BI YEKRÊZIYA NETEWÎ Û SIYASÎ HEYE'

Hisên diyar kir pêwistiya Kurdan ji her demê zêdetir bi yekrêziyiya neteweyî û siyasî heye û domand, ''Statuya ku Kurd di roja me ya îro de gihîştinê, her wiha gavên dîrokî yên di riya çareseriya pirsgirêka Kurdî de hatine avêtin, barekî giran li ser milê hemû Kurdan datînin ku destkeftiyên hatine bidestxistin bên parastin û ji dest neyên dayîn. Em hemû dizanin ku di vê pêvajoya girîng û xeternak de, ku gelê Kurd hîna jî li beranberî polîtîkayên qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî li ber xwe dide, pêwîstiya me ji her demê zêdetir bi yekrêziya siyasî û yekîtiya netewî heye. Hêzên qirker û dagirker di mijara Kurdan de dibin yek, divê Kurd jî bi yek helwestê li hember van hêzan têkoşîna xwe bilind bikin. Dema gel parçekirî be û di welatekî parçe de bijî, dê doza azadiya vî gelî jî nekeve rojeva cîhanê. Ji bo wê jî divê xebatên tifaqê û yekîtiyê ji rojeva me dernekeve heya tên pêkanîn."

'KURD HAY JI WAN PLANAN HENE KU BERÊ HATINE DANÎN'

Hisên bi berdewamî got bangawaziyên niha yên ji bo yekrêziya doza Kurdî ne weke yên berê ne, ew hay ji wan planên ku berê hatine danîn hene. Hisên wiha domand:

''Êdî ji cîhanê re hatiye îspatkirin ku Kurdên îroj ne weke Kurdên berê ne, ji ber ku Kurdên îro hay ji pilanên di dîrokê de dihatin danîn hene, ku bi polîtîkaya ‘’Parçe bike, bi rêve bibe’’ li ser nakokiyên Kurdan ava dibû. Ji bo wê jî banga vê pêvajoya em dijîn ji bangewaziyên din cudatir e. Vê carê xeteriya ji holê rakirinê heye, dîsa vê carê hêza me ya cewherî û baweriya gelê me bi azadiyê guncaw e ku em ji yekîtiyê re amade ne. Bi vê ve girêdayî êşeke mezin heye ku di Kurdistanê de bi giştî û di Rojavayê Kurdistanê de bi taybet herêmên dagirkirî hene û kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê her roj zêdetir dibe, gelê Kurd ê sivîl tên kuştin, guhertına demografîk di pratîkê de ye. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje ku ger yekîtî di vê dema xeternak pêk nehat, dibe ku demeke din ev firsenda dîrokî neyê pêş me û em statuya xwe careke din winda bikin."

'YEKÎTIYA KURDAN ERKA HER ALIYEKÎ KURD E'

Nûrşan Hisên her wiha got yekrêziya doza Kurdî erka hemû aliyên Kurdî ne û axaftina xwe wiha domand:"Em bawer dikin ku mijara yekîtiya Kurdî erk û berpirsiyariya hemû aliyên Kurdî ye, û divê li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên bi lez û hêz werin meşandin. Ger partiyek ango aliyeke Kurdî di vê mijarê ne ciddî be yan jî bi dilsozî nêzî yekrêziyê nebe û buhaneyên cuda derxîne, wê demê mirov dikare nav lê bike ku ew partî ango alî ji bo yekîtiyê dibe asteng û helwesteke netewî li hemberê derkeve. Rêveberiya Xweser gelek partiyên Rojava di nav xwe de hewandine û ji bo ku yekrêzî pêk were divê hemû Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKS’ê harwiha partiyên Rojava yên ku Rêvebriya Xweser nepejirandine û cihê xwe di berevanî û parastina vî welatî de negirtine helwesteke ciddî nîşan bidin û bi riya diyalogê tifaqek bê avakirin. Destpêkê girîng e tifaq bê çêkirin, piştre yekîtî gengaz dibe."

'PEYMANA 1982'AN PÊŞÎ LI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ DIGIRE'

Di derheqa hevpeymana 1982'an de ya di navbera PKK'ê û PDK'ê de Hisên diyar kir ku rê li pêşiya biarkujiyê digre û wiha domand:" Pêşniyar û perspektîfên Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd wate û girîngiyeke xwe ye jiyanî hene. Nameya Rêber Ocalan a herî dawî gelek zelal bû û mirov dikare nav lê bike ku nexşeriya yekîtiya Kurdî ye. Bangewaziya ku li her du partiyên Kurdî yên mezin li Başûrê Kurdistanê PDK, YNK’ê hatiye kirin, girîngiyeke xwe ya dîrokî heye ku ji nû ve jiyanîkirina hevpeymana 1982’an ku di navbera PDK û PKK de hatibû mohrkirin wê rê li pêşiya şerê birakujiyê bigre û pilanên dijmijnên gelê Kurd têk bibe."

'DIVÊ YNK BI ASTEKE STRATEJÎK HELWESTA XWE ZELAL BIKE'

Nûnera Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên di dawiya axaftinê xwe de diyar kir ku mijara yekbûyîn e erka û berpisyara me hemûyan e û wiha bi dawî kir:" Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve û heya roja me ya îro bangewaziya piştgirî û xwedîderketinê ji Hikûmeta Herêmê herwiha partiyên Başûrê Kurdistanêhatiye kirin û pêwendiyên Rêvebriya Xweser jî li gel hemû aliyên Başûr nesekinîne. Her çiqas di aliyê mirovî de alîkariyên curbecur ji aliyê partiya YNK’ê û hikûmetê ve hatibin pêşkêşkirin jî ‘ku cihê rêzê û nirxdayînê ne’, lê belê tê xwestin di asta stratejîk de helwestên zelal bên standin. Di vê mijarê de rola Hikûmeta Herêmê girîng e ku ev embargoya giran li ser Rojava were şikandin û xeteriyên heyî werin rakirin. em bi giştî dikarin bêjin ku pêvajoya tê jiyankirin dîrokî ye û avakirina zemîna lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanî erk û berpirsiyariya me hemuyane."