Hêzên QSD'ê li Baxozê 3 şervanên xwe ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin

Hêzên QSD'ê doh bi şev bi operasyoneke taybet li herêma Baxozê 3 şervanên xwe ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê ji aliyekî ve sivîlan û çeteyên teslîmbûyî ji herêmê derdixînin û operasyonên xwe didomînin, li aliyê din jî bi operasyonên taybet şervanên xwe yên beriya niha dîl hatibûn girtin, rizgar dikin.

Doh bi şev jî bi operasyoneke taybet 3 şervanên QSD'ê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin.

Şervanê QSD'ê Ehmed Husên û 2 hevalên wî yên hatin rizgarkirin ji ANF'ê re axivîn û qala rewşa xwe kirin.

Ehmed Husên diyar kir ku DAÎŞ'ê ew xistibûn hundirê makîneyekê û hêzên QSD'ê yên bi vê zanîbûn di dema operasyonê de bi baldarî tevdigeriyan û nehiştin ku zerar bigihêje wan.

Ji rewşa her sê şervanên QSD'ê dihate dîtin ku gelekî tî û birçî hatine hiştin. Ehmed got ku hêviya wan ti carî qut nebû ku hevalên wan werin wan rizgar bikin.

Ehmed bi dewamî got, "Bi rastî jî êdî kêliyên dawî bû. Ji ber ku sê kes li cem me ji tî û birçîbûna mirin. Di dawiya dawiya dawî de hevalên me xwe gihandin me."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di operasyonên xwe de ji bo şervanên xwe û sivîlan bi baldarî tevdigerin. Di nava sê rojên dawî de zêdeyî 6 hezar çeteyên DAÎŞ'ê yên teslîm bûn û malbatên wan ji herêmê hatine derxistin.