Hêzên QSD'ê 13 zarok rizgar kirin ku 9 jê Êzidî, 4 jî Tirkmen in

Şervanên QSD'ê doh li Baxozê 13 zarok rizgar kirin, ku 9 jê Êzidiyên Şengalî, 4 jî Tirkmenên Şîa yên ji Telaferê ne.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê yê navçeya Hecînê ya Dêra Zorê çeteyên teslîm dibin û malbatên wan ji qada şer derdixînin.

Şervanên QSD'ê her wiha doh 13 zarok rizgar kirin ku 9 ji wan Êzidiyên ji Şengalê ne, 4 jî Tirkmenên Şîa yên ji Telaferê ne.

Şervanên QSD'ê piştî ku zarok rizgar kirin, ji herêmê derxistin, alîkariya destê dan wan û piştre ew birin herêmên ewle. Piştî kontrola tenduristiyê û tespîtkirina nasnameya wan wê zarok radestî malbatên wan bên kirin.

Hêzên QSD'ê di nava 4 salên dawî de li Reqa, Tebqa, Minbic, Hesekê û Dêra Zorê di operasyonan de bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kirin û radestî malbatên wan kirin. Çend roj berê jî 7 zarokên Êzidî li Baxozê hatibûn rizgarkirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an ji bo dagirkirinê êrîş biribûn ser Kurdên Êzidî yên li Şengalê, bi hezaran jin û zarok revandibûn û li bazarên koleyan firotibûn.

DAÎŞ'ê 10-12'ê Hezîrana 2014'an jî êrîş biribû ser bajarê Telaferê yê ser bi Mûsilê û gelek Tirkmenên Şîa kuştibû, gelek jin û zarokên wan jî revandibûn.