Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyek DAÎŞ’ê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Hesekê ragihand ku wan şaneyeke ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê kuştin û teqînê dikin girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirên a Kantona Hesekê di daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan komeke çeteyên DAÎŞ’ê ya 3 kesî ku ji bûyerên kuştin ên li Şedadê berpirsin girtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî şopandin û diyarkirina armancan, îro anku 30'ê Hezîranê Hêzên Ewlekariya Giştî 3 kes ku têkiliyên wan ên raste rast bi komên girêdayî dewleta Tirk re hene ku kuştin û teqîn li Şedadê û gundên wan pêk dianîn girtine."

Her wiha hate ragihandin ku yek ji komê serçeteyekî DAÎŞ’ê ye û destekê dide çeteyan.

Hêzên Ewlekariyê Hundirîn diyar kir ji yek ji çeteyan ku bombe li xwe pêçandibû û çeka sivîk û navîn pê re hebû, dema hewl dide bireve, hatiye birîndarkirin.