Gundekî Eyn Îsa hate bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi topan li gundekî Eyn Îsayê da.
Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi topan li gundekî Eyn Îsayê da.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, saet di 14.30’an de dewleta Tirk bi topan li gundê Hoşanê yê Eyn Îsayê da. Ji ber êrîşê agir bi zeviyan ket.
Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bomberdûman dike. Di mehên dawîn de zevî tên şewitandin û aboriya sereke ya herêmê dikin hedef.