Di 29’ê Mijdarê de çeteyên dewleta Tirk dest bi êrîşa li ser Efrîn û Şehbayê kirin, di 2’yê Kanûnê de jî gelê herêmê neçar man ku ji wir ber bi herêmên biewle yên Rêveberiya Xweser ve biçin. Welatiyên ku derbasî Kobanê bûne çîroka koçberiya xwe ji ANF’ê re vegotin.
CARA DESTPÊKÊ EFRÎN Û PIŞTRE JÎ ŞEHBA
Mihemed Hebeş ê ji gundê Bedîna yê navçeya Raco ya Efrînê û li Til Rifetê jiyan dikir, qala çîroka xwe ya derketina ji mala xwe kir û got: ‘’Me li Efrînê li ser ax û gundê xwe jiyan dikir. Lê dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan êrîşî bajarê me kir. Şervanên me jî berxwedaniyeke bêhempa li Efrînê dan meşandin. 3 balafirên şer êrîşî gundê me kirin û gund bi erdê re dûz kirin. Me berê xwe da Şehba û li wir jî bi qasî 7 salan man. Lê belê bi rojane êrîş li me dihat kirin."
BI DILXWEŞÎ EM HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Mihemed anî ziman kes xwedî li wan derneketiye ji bilî Rêveberiya Xweser û gelê me û got: "Em di nava du rojan de gihîştin Tebqayê, gotinên nebaş ji me re dikirin. Heta em gihîştin nava gelê xwe me gelek zehmetî kişand. Em ji aliyê Rêveberiyê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin lê belê me bajarên xwe li dû xwe hiştine ku ev yek jî ji bo me bûye kul. Niha em li bajarê Kobanê ne û bi kêfxweşî em hatin pêşwazîkirin. Ev Kobaniya Şehîd Arîn e, ware me ye."
LI PÊŞ ÇAVÊN ME KETIN NAVA MALA ME
Zaroka bi navê Rojda Ebda ku li Şehbayê xwendekara pola 6’emîn e çîroka koçberiya xwe vegot û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dema ku em ji Efrînê koçber bûn, em cara duyem jî li Şehbayê ji aliyê dagirkeriyên Tirk ve hatin koçberkirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi xwe li pêş çavên me ketin nava malên me. Sîleh li ser me rakirin û êrîşî me kirin. Obîsan bi ser me de barandin. Lê belê hêza me jî her tim li kêleka me bû heta ku em gihîştin Tebqayê. Piştî ku em em gihîştin vir. Em hinekî rehet bûn."
JINÊN DU CANÎ Û ZAROK BI XWAS DIMEŞIYAN DA KU JIYANA XWE JI WAN HOVAN BIPARÊZIN
Dayîka ji kantona Efrîn-Şehbayê ya bi navê Xezne Îsmaîl jî qala çîroka xwe ya koçberiyê ya ji Şehbayê heta herêmên biewle kir û ev yek anîn ziman: ‘’Jin, zarok hema bêyî pêlav pêxwas meşiyan da ku xwe ji wan hovan biparêzin. Jinên ducanî, zarokên pêxwas meşiyan. Ew dixwazin me tune bikin, lê belê me li ber xwe da. Me di nava du rojan de gelekî zehmetî dîtin. Lê dîsa jî me li ber xwe da û em heta gihîştin herêmên xwe. Em bi dîrektor û qelebayan hatin. Hin kes jî hema bi meşê dihatin. Em ê Efrînê rizgar bikin, ev yek ne dûr e nêzîk e."