Gelê Cizîrê li Rimêlanê ber bi navenda Koalîsyona Navneteweyî ve meşiya
Bi sedan kes ji Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê yên li herêma Cizîrê ber bi navenda Koalîsyona Navneteweyî ya li Rimêlan ve meşiyan.
Bi sedan kes ji Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê yên li herêma Cizîrê ber bi navenda Koalîsyona Navneteweyî ya li Rimêlan ve meşiyan.
Girseya ji Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê hatibû li Qada Şehîd Xebat a Rimêlan kom bû û daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endamê Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ebdulezîz Yusuf daxuyanî xwend û êrîş şermezar kirin.
Ebdulezîz Yusuf êrîşên dewleta Tirk a dagirker wekî êrîşên terorîstî pênase kirin û got: “Ev karê tirsûnek zîhniyeta sûçdar a li hemberî aramî û jiyana gelên herêmê nîşan dide.”
Ebdulezîz Yusuf bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Navnetewî ya Li Dijî DAÎŞ’ê kir ku van karên terorî tavilê bidin sekinandin û qada hewayî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji Tirkiyeyê re qedexe bikin.
Piştî daxuyaniyê girse bi seyareyan çû ber navenda Koalîsyona Navnetewî ya li gundê Sikêriyê. Li vir şandeyek ji nava girseyê derbasî hundir bû û bi rayedarên koalîsyonê re dest bi hevdîtinê kir. Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî dom dike de wê dosyayek pêşkêşî rayedaran were kirin.