Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro jî daketin qadan

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin û xwestin qada hewayî ya herêmê ji dewleta Tirk a dagirker re were girtin.

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

HOL

Endamên saziyên sivîl, rûspiyên eşîran û rewşenbîr jî di nav de, bi dehan şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xistin.

Meş ji sûka Holê dest pê kir û li çerxerêya naverasta navçeyê bi dawî bû.

Li vir rêvebera PYD′yê ya navçeyê Îqbal Ebdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefkirina binsazî û navendên xizmetguzariyê sûcekî şer e û wiha hate gotin: "Dixwaze debara gel qut bike û îradeya wê bişkîne. Êrîşên dewleta Tirk li dijî mirovahiyê ne.”

Di daxuyaniyê piştgirî bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re hate dayîn û wiha hate gotin: "Helwesta me zelal e. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê em bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re ne."

Di daxuyaniyê de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê û hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker hatin kirin.

ŞEDADÊ

Şêniyên navçeya Şedadê jî ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê heta Parka Rêbertî meşiyan.

Meş li ber Parka Rêbertî sekinî. Li vir endama Kongra Star a Şedadê Emîra Seed êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got ku gelên herêmê wê li hemberî êrişan li ber xwe bidin.

Ji rêveberên PYD′ê Fadil El Ehemd jî li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha got: "Divê zext li dewleta Tirk a dagirker were kirin da ku şerê xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne."

Di çalakiyê de endamê bajarokê Mergeda Samir El Zeyanat axivî û got:”Êrişên dewleta Tirk binpêkirineke eşkere li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

DÊRIK

Bi dehan koçberên li kampa Newroz a li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Beşdaran li tevahî kampê meşiyan û li qada naverasta navçeyê rawestiyan. Li vir Rêveberê Kampê Subhî Îlyas axivî. Îlyas êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker navendên xizmetguzariyê dike hedef da ku gel birçî bihêle. Bila dijmin bizanibe em ê li hemberî êrişên wê li ber xwe bidin û em ê nehêlin xaka me dagir bike.”

Endama Komîteya Jinan a Kampa Newroz Hedla Mistefa jî êriş şermezar kir û got: "Êriş vîna me lawaz nake. Em ê şopdarên ramanê Rêberê xwe û şehîdên xwe bin."

Çalakî bi dirûşmên "Bimre xiyanet", "Êrişên li ser herêmên em rawestînin" û "Em azadiyê dixwazin" bi dawî bû.

ŞEHBA

Li Şehbayê ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê kon hat vedan.

Kon li Qada Ajokaran a gundê Fafînê bi beşdariya sedan welatiyên Şehba, Şêrawa, Til Rifet û koçberên Efrînê hat vedan. Di çalakiyê de rêvber û endamên KPC, Desteya Tenduristiyê, TEV DEM, û MSD ‘ê jî amade bûn.

Di çalakiya ku bi dirûşmeya, "Dîwarê Îmraliyê hilweşînin, cenga azadiyê ser bixin" hatiye organîzekirin de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

Têkildarî salvegera komployê di çalakiyê de bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyanî hat xwendin.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê Fadil Çawîş, ya Erebî ji aliyê Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Şehbayê Muşîre Reşîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên li dijî komplo û tecrîdê hatin silavkirin û hat destnîşankirin ku wê bi berxwedanê zindana Îmraliyê bê hilweşandin.  

 Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hedefa herî bingehîn ya gelên azadîxwaz e û wiha hat gotin: “Gelên ji Başûrê Afrîkayê heta Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildidin. Ev yek nîşan dide ku Rêbertî hêviya mirovahiyê ye. Em ê jî wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê pêk tê li qadan bin. Divê her mirovek û welatparêzek bi dirûşma ′Bê Serok Jiyan Nabe′ têkoşînê bilind bike."

Piştî daxuyaniyê dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarkirin. Di çalakiyê de kesên ku Rêberê Gelê Kurd dîtine axivîn û hestên xwe anîn ziman. Çalakî wê sibe jî dewam bike.