Hevdîtina heyeta Îmraliyê ya bi Ozgur Ozel re destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel destpê kir.
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel destpê kir.
Ji Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, îro bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re hevdîtinê dike.
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel destpê kir. Hevdîtin li odeya Ozel a li meclîsê pêk tê. Sekretera Giştî ya CHP'ê Selîn Sayek Boke, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Gokçe Gokçen û Serokwekîlê Koma Meclîsê ya CHP'ê Gokhan Gunaydin jî tevlî hevdîtinê bûn.