Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî bi merasîmekê hate bibîranîn

Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî bi merasîmeke heybet li Saziya Mablatên Şehîdan a Mexmûrê bi tevlîbûna sedan kesî hate bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmeke heybet Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî (Teybet Bîlen) a 8’ê Cotmeha 2021’ê şehîd bûbû, li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xwendekar, mamoste û xelkê Mexmûrê hate bibîranîn.

Merasîm bi kombûna gel a li Saziya Malbatên Şehîdan, hildana alên PKK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve destpê kir.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û şûnde peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî şehîd û malbatê hatibû şandin hate xwendin.

Li ser navê gel Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn di merasîmê de axivî. Sezgîn di kesayeta Bêrîtan û Şîlan Goyî de hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bibîr anî û got: “Şehîdbûna van hevalan wê Rêbertiyeke azad û Kurdistaneke azad pêk bîne.”

Sezgîn wiha domand: “Tevgera PKK’ê di her pêngavê de xwe mezin kiriye, xwe gihandiye asta herî jor. Di her qonaxê de bi sedan, hezaran keç û xotên Kurdan li dijî êrîşên li ser Rêber Apo canê xwe feda kirin û bûn xelekek ji agir.

Di dema komploya 15’ê Sibata 1999’an de xelkê Mexmûrê yê berxwedêr, bi sedan ciwan derketin ser dikê û biryara tevlîbûna nava refên gerîla dan. Yek ji van ciwanan jî Şîlan Goyî bû. Di hemû xebat û têkoşîna xwe ya gerîla û berxwedanê de ji bo gelê Mexmûr bû mînak. Ev sekin û berxwedana wan heta roja îro jî berdewam e. Em carekî din sersaxî di serî de didin malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ên Mexmûrê.

Li ser navê malbatê jî Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Pakistan Bîlen axivî.

Bîlen Şîlan Goyî bibîr anî û diyar kir ku li çar aliyên Kurdistanê şerekî mezin li ser gelê Kurd tê kirin. Bîlen got: “Dijminê gelê Kurd, îro tu sînoran nasnake, li her derê êrîşî Kurdan dike û Kurdan qir dike. Li her ciheke Kurd lê hebe, dibin hedefa êrîşên dijmin. Em her roj berdêlên pir giranbiha didin. Ji bo gelê Kurd tine bike, parçe bike, li kû di be bila bibe, her pêşengek Kurd hebe, dike hedef. Xeta şehîdan ji bo me xeta esas e, ew xet wê me bigihîne azadiyê.”

Bîlen herî dawî sersaxî di serî de li malbat, xelkê Mexmûr û hemû gelê welatparêz da.

Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.