Eşîrên Girê Spî bi hêzên QSD’ê re ne
Eşîr, şêx û rûspiyên kantona Girê Spî operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê silav kirin û daxuyandin ku ew ê li hemberî planên dagirkeriyê rawestin.
Eşîr, şêx û rûspiyên kantona Girê Spî operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê silav kirin û daxuyandin ku ew ê li hemberî planên dagirkeriyê rawestin.
Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî yên li navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî planên li ser herêmê tên lîstin dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku operasyonên QSD’ê yên li Dêrazorê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastin û ewlehiya gelên herêmê ne.
Di daxutaniyê de bang li tevahî pêkhateyên Dêrazorê hat kirin ku ji hewldanên dewletên dejiber ên derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiya herêmê şiyar bin.
Şêx û rûspiyan operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê yên li dijî şaneyên DAÎŞ û projeya Rêveberiya Xweser silav kirin û wiha gotin: “Em ê her tim bi QSD′ê re bin û li hemberî hêzên dijber û dagirker bisekinin.”