Ehmed: Girîng e ku em têkoşînê mezin bikin

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed got, "Girînge ku em têkoşînê mezin bikin. Azadî bêyî têkoşîn û fedakariyê ne pêkan e."

Kongreya 1′emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan vê sibehê dest pê kir. Kongre li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya Hesekê bi beşdariya hezar delegeyan tê lidar xistin.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed di Kongreya 1′emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî.

Newroz Ehmed bal kişand ser fedakariyên şehîdan û armancên wan û got: "Lidarxistina vê kongreyê li ser vê xaka pîroz, bi saya fedakariya şehîdan e."

Her wiha Newroz Ehmed bal kişand ser destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine û got berpirsiyariya parastina van destkeftiyan li ser milê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha berdewam kir, “Bêyî têkoşîn û fedakariyê azadî ne pêkan e. Ev şoreş bû dika hêviyê ji tevahî şehîdan re. Ji ber ku xwîna hemû şehîdan tevlihev bû. Ji lew re divê em bi hev re têkoşînê geş bikin ku armancên şehîdan pêk bînin, siberojeke ronak ji malbatên wan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re misoger bikin. Pêdiviya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye.

Ew ê hêzên leşkerî di têkoşîna xwe de heta serkeftinê û gihandina welat ber bi aliyê Rêveberiya Xweser, civakeke demokratîk ve dewam bikin. Ji ber ku gelek alî û dewleta Tirk hewl didin projeya me û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin."