Efrîniyan ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatin ba hev

Efrîniyan ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ çalakî lidar xistin û gotin, “Li Rojhilata Navîn tevgera ku xwedî girseya herî mezin a gel e PKK ye.”

Endamên saziyan û gelê kantona Efrînê, îro li Qada Bazarê ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê têkildarî pêngava derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Hec Ebdo ve û bi zimanê erebî ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Menel Şêxo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “PKK dibêje Kurdistana mêtingeh e û derketina xwe li ser esasê rizgariya gelê Kurd bi cih dike. Di roja me ya îro de ji aliyê her kesî ve bi awayekî zelal tê dîtin ku ji bo ku dilê dagirkerên Kurdistanê bê xweşkirin, PKK di ‘lîsteya terorê’ de hatiye bicihkirin. Ev rewşa neheq dibe sedem ku di serî de dewleta Tirk, dewletên dagirker li her deverê êrişî Kurdan bikin û qirkirina çandî û fîzîkî bidomînin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PKK li Kurdistan û Rojhilata Navîn tevgera herî girseyî ye û hate gotin: “Lê belê dewletan bi navê “têkoşîna li dijî terorê” navê terorîzmê li vê tevgera ew qasî girseyî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan dixwaze, kiriye û bûne sedem ku ev yek li dijî azadîxwazî û wekhevîxwaziyê wekî çek bê bikaranîn. Mînaka vê ya herî berbiçav jî dewleta Tirk a dagirker e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em jî wek Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilata Sûriyê tev li pêngava “Edalet ji bo Kurdan” dibin ji bo ku navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. Em ê bi hemû şêwazan çalakiyên demokratîk li hemû gund, bajar û saziyan bê navber bimeşînin. Em careke din bang li Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin ku PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derxin da ku astengiya li pêşiya aşitî, demokrasî û mafên mirovan rabe.”