Ebdî: Ji bo yekîtiya neteweyî divê em piştgiriyê bidin înîsîyatîfê
Ebdî piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ji çapemeniyê re axivî û got ku “Di nava çend rojan de wê encamên erênî were stendin.”
Ebdî piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ji çapemeniyê re axivî û got ku “Di nava çend rojan de wê encamên erênî were stendin.”
Îro şandeyeke ji herêma Firatê serdana navenda Fermandariya Giştî ya QSD’ê ya li Qamişloyê kir û piştevaniya xwe ji însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya yekîtiya Kurdan re anî ziman.
Şande ji aliyê Mazlûm Ebdî, berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd û gerînendeyê Buroya Çapemeniyê ya QSD’ê Mistefa Balî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî civîn bi dawî bû, Mazlûm Ebdî ji dezgehên çapemeniyê re wiha axivî: "Ji aliyê yekrêziya Kurdî ve geşedanên nû hene, tevahiya aliyên siyasî xwedan nêrînên erênî bûn, ji wan aliyan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ENKS ne, li ser vî esasî dê di nava çend rojên pêş de dê encamên erênî aşkera bibin."
Ebdî bang li hemû saziyên sivîl, partî û hêzên siyasî yên li Rojava kir ku piştevaniya xwe ji însiyatîfa yekîtiya Kurdî re nîşan bidin û bi hev re ji bo yekîtiya Kurdan tevbigerin.
DR. HUSÊN: DIVÊ EM JI BO YEKRÊZIYA KURDAN BIXEBITIN
Bextiyar Husên destnîşan kir ku di vê demê de girîngiyeke lezgîn bi yekîtiya Kurdî heye. Husên bang li aliyên siyasî yên li Rojava kir ku ji bo yekîtiya Kurdan xebatê bikin.
Dr. Bextiyar Husên diyar kir ew ê ji bo yekîtiya Kurdan bi PYD û ENKS’ê re bicivin, her wiha bi hêvî ne ku ew ê piştgiriya parêzer û rewşenbîrên Kobanê bi ser bikeve.
Têkildarî girîngiya yekîtiya Kurdan Bextiyar Husên wiha anî ziman: "Heke em hinekî li dîrokê vegerin, em ê bibînin ku 3 însiyatîf û hevpeyman di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser a Demoratîk de hene, ew jî Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihok e lê mixabin tu encamên berbiçav bi xwe re neanîn, lê niha rewş cuda ye, êdî dem dema biryareke Kurdî ye, ji ber ku bêyî yekîtiyê dê tu armanc mîsoger nebin."
Tê payîn ku sibê şande bi ENKS û PYD’ê re bicive.