Cenazeyên şehîdan li Cizîr û Helebê hatin veşartin

Cenazeyên 3 şehîdan li kantona Cizîrê hatin veşartin. Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Şêx Mistefa li Helebê hat veşartin.

Li Dêrikê cenazeyên şehîd Cabir El Ebo, Dilovan Çilaxa û Fermandarê Federasyona Zehmetkêşan Azadî Dêrik hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê û navçeyên wê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û rayadarên bajêr ber bi navçeya Dêrikê ve çûn û cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Hogir wergirtin.

Girseyê cenazeyên şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Şehîdgeha Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Gulîstan Osman li goristana şehîdan axivî û got, "Şehîd Azadî Dêrik ji bo bidestxistina armancên şehîdan di nava têkoşîn û berxwedanê de bû. Şehîd Cabir û Dilovan jî di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin."

Endamê Federasyona Zehmetkêşan Laleş Zinar destnîşan kir ku têkoşîna wan a azadiyê tevî hemû êrîşan jî didome.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrikê Misleh Misleh jî diyar kir ku dê tola şehîdan bê hilanîn.

Endamê rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Sînan Muhsên jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştre jî nasnameya 3 şehîdan hate xwendin û cenazeyên şehîd Azadî Dêrik û Şehîd Cabir El Ebo li Şehîdgeha Dêrikê hatin veşartin û cenazeyê şehîd Dilovan Çilaxa jî ji bo veşartinê şandin Şehîdgeha Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê.

HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, cenazeyê şervanê QSD′ê Şehîd Mihemed Şêx Mistefa bi merasîmeke veşartin.

Bi sedan welatî, rêxistinên sivîl û endamên partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê li ber Nexweşxaneya Xalid Fecir a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Şêx Mistefa wergirtin.

Cenazeyê Mihemed Şêx Mistefa yê ku li Reqayê di encama krîza dil de şehîd bibû, anîn Helebê.

Karwanê cenazeyê şehîd ji bo Şehîd Berxwedana Serdemê li herêma Şiqeyf a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rê ketin.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Helebê Ferhad Kobanê li goristana şehîdan axivî û got: “Şehîd Mihemed di malbateke welatparêz de mezin bû. Çek hilgirt û heta şehîd bû di nava şer de ma.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Hiso axivî û got, “Şehîd Mihemed di meha tarî de dema Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, şehîd bû. Lê nikarin vîna me bişkînin, berovajî wê têkoşîna me mezin bibe."

Biraziyê şehîd Mihemed Izedîn Şêx Mistefa jî anî ziman ku divê destkeftiyên şoreşê bên parastin û ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.

Piştre endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Şiyar Cafer wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Mihemed di nava tilîliyên dayîkan de li goristanê hate veşartin.