Dijminatiya PDK'ê ya li Kurdan û mirina Adogît

Metîn Adogît, ku ji ber cezayên giran ên li Tirkiyeyê çû Başûrê Kurdistanê, lê ji aliyê PDK'ê ve hate girtin, li girtîgeha PDK'ê jiyana xwe ji dest da. Siyasetmedarên Kurd qala zilma PDK'ê kirin.

Siyasetmedarê Kurd Metîn Adogît, ku ji ber cezayê giran ê girtîgehê li Tirkiyeyê lê hate birîn çû Başûrê Kurdistanê, beriya du mehan ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hate girtin û ew xistin zindanê. Metîn Adogît li girtîgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Xizmên Adogît li ser mijarê agahî dan û diyar kirin ku PDKê dewam dawî li dijî siyasetmedarên ji Bakurê Kurdistanê hatine bi rêk û pêk dest bi êrişan kiriye.

Metîn Adogît ku hevserokê berê yê BDP'ê yê navçeya Çaldiranê bû, sala 2011'an di operasyonên qirkirina siyasî de ku bi navê 'KCK'ê hatin meşandin, hatibû girtin. Piştî ku 2 salan li Girtîgeha Wanê hate hiştin, sala 2013'an hate berdan, lê cezayekî giran ê girtîgehê lê hate birîn. Adogît ji ber vê yekê tevî malbata xwe koçî herêma Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê kir.

SERLÊDAN KIR, HATE GIRTIN

Siyasetmedarê Kurd Adogît ku ji ber ambargoya PDK'ê ya li ser Kampa Mexmûrê li Silêmaniyeyê dixebitî û zarokên xwe xwedî dikir, piştre derbasî Hewlêrê bû û li wir dest bi kar kir. Adogît hewl dida bixebite û li zarokên xwe yên li Mexmûrê binêre. Ji bo vê jî xwest tevî hevalekî xwe malekê kirê bike ji bo lê binîne, lewma çû serî li Asayîşa PDK'ê da. Lê belê di dema serlêdanê de hate destgîrkirin. Tevî ku ji wan re got, beriya niha carekê krîza dil derbas kiriye û nexweşê şekir e, Asayîşa PDK'ê ew girt û şand girtîgehê. Hevalê wî yê malê diçe dermanên wî tîne, lê belê nexweşê dil Adogît divê van dermanan bi rêk û pêk bi kar bîne, lê dermên nadin wî.

DERMANÊ DIL NEDAN WÎ

Adogît ji 7'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Hewlêrê dihate hiştin. Tenê carekê jî nehiştin ku malbata xwe bibîne. Asayîşa PDK'ê di 12'ê Çileya 2021'î de li malbata wî geriya û ji wan re ragihand ku miriye. Nayê zanîn ku siyasetmedarê Kurd Metîn Adogît hatiye kuştin yan na.

'NE KÊMÎ TIRKIYEYÊ YE'

Siyasetmedarên Kurd ên ku mîna Adogît neçar man derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, qala zext û zordariya PDK'ê kirin.

Siyasetmedarên ku ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku ew ji dozên siyasî hatine Başûrê Kurdistanê û gotin, "Ji ber ku ev der Kurdistan e me ev der tercîh kir. Lê belê piştî mirov tê vê derê û dibîne, hingî rewş diguhere. Me firsend nedît ku ji vir derkevin. Mirov lê asê dimînin. Bawer bikin, ev der ji her alî ve ne kêmî Tirkiyeyê ye. Ji hin aliyan ve dişibe salên 1980'î yên Tirkiyeyê. Mirovên ji Bakur tên, HDP-DBP'î be yan na, ferq nake. Bi hêrs û hiqûqa dijminatiyê nêzî mirovên siyasî dibin. Bêguman ev nêzîkatî ne ji aliyê gel ve tê kirin, ji aliyê PDK û asayîşê ve tê kirin."

Siyasetmedaran diyar kirin ku PDK timî gefa şandina Tirkiyeyê li wan dixwe û bal kişandin ser rewşa Mexmûrê: "Rewşa Mexmûrê sal û nîveke tê zanîn. Bi tena serê xwe cihê şerma neteweyî ye. Afirînerê vê şermê jî PDK ye. Gelo li ku hatiye dîtin ku wargeheke 15 hezar mirov lê ne bi her awayî hatiye tecrîdkirin. Bi vî rengî dibin sedema mirovên nexweş. PDK vê yekê dike. Ev yek hovîtî ye. Jinên ducanî ji ber ku asayîşa PDK'ê wan ji nexweşxaneyê vegerandin tevî pitika xwe mirin. Mirov bêkar in, zarok birçî tên hiştin. Di nava du mehan de nêzî 50 ji şêniyên Mexmûrê ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Tevî girtiyên DAÎŞ'î bi 30-40 kesî li odeyên ji 20 metreçargoşeyî tên hiştin."

Siyasetmedaran diyar kirin ku ev trajedî yan jî hovîtî tenê di Şerê Cîhanê yê 2'emîn de dibû û gotin, "Lê belê PDK vê y ekê li Kurdên ji Bakur û Mexmûrê dike. Wefata Metîn Adogît tenê vê yekê teşhîr dike. Cihekî ku em bûyerên di nava du salên dawî de li vir diqewimin vebêjin, nîne. Ji xwe bi rengekî eşkere dibêjin, ku wê teslîmî Tirkiyeyê bikin."