Di pêngava QSD'ê de 7 kes hatin girtin

Di qonaxa duyemîn a pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ya li dijî hucreyên razayî yên çeteyên DAÎŞ'ê 7 kes li Dêra Zorê hatin girtin.

Hêzên komando yên ser bi QSD'ê, di çarçoveya îstîxbarata ku wergirtî li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêra Zorê li dijî nuqteyên DAÎŞ'ê operasyon kirin.

Li gorî agahiyan, di operasyonê de 7 kesên ku hate tespîtkirin alîkarî dane çeteyên DAÎŞ'ê hatin destgîrkirin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

QSD'ê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê di 10'ê Hezîrana 2020'an de li bejahiya Hesekê û Dêra Zorê dest bi operasyonê kiribû û qonaxa duyemîn a operasyonê jî 17'ê Tîrmehê hatibû ragihandin.

Hêzên QSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Sînor, YPJ, Yekîneyên Komando û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî tevlî operasyonê dibin.

Di roja destpêkê ya pêngavê de 24 DAÎŞ'î, di roja duyemîn de jî DAÎŞ'iyek tevî cebilxaneyekê, di roja sêyemîn de jî 34 DAÎŞ'î hatin girtin.