Di navbera çeteyên dewleta Tirk de li Efrînê şer rû didin

Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, şer di navbera çeteyan de rû da.Hate ragihandin ku sedemê şer ew e ku çete xwestin li nuqteyekê serweriya xwe bidin nîşandan.

Li Efrînê şer di navbera çeteyên dewleta Tirk de qewimî. Di saetên şevê de di navbera çeteyên Sûltan Mûrat û Lîwa Şîmal  de dîsa şer derket.

Hate ragihandin ku şer ji ber nelihevkirina çetayan a li ser nuqteyekê ku xwestin serweriya xwe pêk bînin, derketiye. Hate diyarkirin ku heta niha ji koma Lîwa Şîmal kesek birîndar ûbye. Welatiyên sivîl ên man di nava şer de dikanên xwe girtin û ji qada şer dûr ketin.