Di meha Îlonê de li Eyn Îsa û Girê Spî rasterast êrîşî sivîlan hate kirin

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker a di meha Îlonê de li Eyn Îsa û Girê Spî pêk anîn de, sivîlekê jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn. Di şerê qewimî de, 7 çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Îlonê de jî bi dehan caran êrîşî gundên nêzî eniyên şer ên Eyn Îsayê û gundewarên Girê Spî kir.

Bi operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Tebaxê de li gundewarên Dêrazorê ragihandibû, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser gundên li rojava û rojhilatê Eyn Îsayê zêdetir kirin. Di 3′yê Îlonê de çeteyên artêşa dagirker hewl da bikevin gundên Sêgîro û Tirwaziyê. Şervanên QSD′ê bersiva hewldanê da û di encamê de 7 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

Di 4′ê Îlonê de dagirkeran gundê Hiwêcê (15 km dikeve rojhilatê Eyn Îsayê) topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Îbrahîm El Hemed (23) birîndar bû.

Di 20′ê Îlonê de hêzên dagirker êrîşî gundên Ebû Nîtola (20 km dikeve rojavayê Eyn Îsayê) kir û di encamê de welatiyê bi navê Macid Îbrahîm El Elî birîndar bû.

Di 21′ê Îlonê de koçberê bi navê Qibin Ezîz El Xelîl (29), dema ku li nêzî gundê Şêx Hesen ê li rojhilatê Eyn Îsayê di nava zeviya xwe ya çandiniyê de kar dikir, di encama topbarana dagirkeran de birîndar bû.

Di 27′ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker gundê Hedriyat (7 km dikeve rojhilatê Eyn Îsayê) bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Mihemed El Ciwêd (35) şehîd bû û Mehfûz El Hemadî (30) û Mêrsî El Hemadî (23) birîndar bûn.

Di 7′ê Îlonê de artêşa Tirk xeta ku kehrebeyê dide kargeha çîmentoyê ya Larvac kir hedef. Di encamê de kehrebe li ser gundên rojavayê navçeyê û gundewarên kantona Girê Spî (ji gundê Cidêdet Eyn Îsa heta gundê Cirin) qut bû.

Di 18′ê Îlonê de dagirkeran careke din heman xeta kehrebeyê kir hedef û kehrebe careke din qut kir. Dagirkeran êrîşî gundên Ehmediyê, Erîda û Benderxan ên li rojhilatê Eyn Îsayê jî kir. Ji ber topbaranê perwerde sekinî.

Li gorî daneyên ANHA′yê ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve, di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî de, bi giştî 125 sivîl şehîd û birîndar bûne ku 50 ji wan zarok in.