Di êrîşên dewleta Tirk de, di hefteyekê de 47 kes şehîd bûn
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di navbera 4-11’ê Cotmehê de 47 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok bûn û 59 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di navbera 4-11’ê Cotmehê de 47 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok bûn û 59 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker ji 4’ê Cotmehê û vir ve êrîşê binesaziyên sivîlan dike. Êrîşî santralên elektrîkê, îstasyonên av, gaz û petrolê, saziyên tenduristiyê, gund û bajaran dike.
Li gorî bîlançoya ANHA’yê, di navbera 4-11’ê Cotmehê de di êrîşan de herî kêm 47 kes şehîd bûn û 59 kes jî birîndar bûn.
Di navbera yên şehîd bûne de, zêdeyî 10 sivîl hene ku 2 ji wan zarok in. 8’ê Cotmehê di êrîşa hewayî ya li ser Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê ya li herêma Koçerat a Dêrik-Rimêlanê, 29 endamên Yekîtiya Têkoşîna Dijî Hişbijrê şehîd bûn, 28 jî birîndar bûbûn. Di êrîşa hewayî ya 5’ê Cotmehê li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê de, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanekî QSD’ê şehîd bûbûn.