Di êrîşa DYE'yê de serçeteyekî DAÎŞ'ê û 2 çeteyên ser bi Enqereyê hatin kuştin

Helîkopterên Emerîkayê li bakurê Sûriyeyê li serçeteyekî DAÎŞ'ê xistin. Di êrîşê de du çeteyên komeke ser bi Enqereyê jî hatin kuştin.

Di daxuyaniya Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE'yê (CENTCOM) de hate ragihandin ku bi helîkopteran li qadeke bakurê Sûriyeyê hatiye danîn û li serçeteyekî DAÎŞ'ê hatiye xistin ku ji êrîşên li Ewropa û Rojhilata Navîn berpirsyar bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, serçeteyê DAÎŞ'ê 'dibe ku hatibe kuştin'.

CENTCOM'ê diyar kir ku di operasyonê de 'du kesên din ên bi çek' hatine kuştin û li ser nasnameya kesên hatin kuştin agahî nehate dayin. Li gorî daxuyaniyê, di dema operasyonê de tiştek bi sivîlan an jî leşkerên Emerîkî nehatiye.

Li gorî nûçeya AFP'ê, operasyon li herêma Suveyda pêk hat û 'komeke Tirk a li herêmê ragihand ku 2 çekdarên wan di bûyerê de hatine kuştin'.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, diyar kir ku di dema operasyonê de 'şerekî giran' qewimî û bombe li avahiyekê hate barandin ku endamê DAÎŞ'ê lê bû. Saziyê diyar kir ku DAÎŞ'î û du kesên bi çek hatine kuştin.

Di destpêka meha Nîsanê de artêşa Emerîkayê diyar kiribû ku Halîd Ayd Ahmed El Cûbûrî yê DAÎŞ'î ku ji êrîşên li Ewropayê berpirsyar bû, hatiye kuştin.

Di Cotmeha 2019'an de jî serçeteyê DAÎ'Şê Ebû Bekir El Bagdadî li herêmeke di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi operasyona Emerîkayê hatibû kuştin.