‘Dewleta Tirk nuqteyên leşkerî yên Rûsya kirin hedef’

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrîşên bi dronan ên du rojin li Dirbêsiyê hatin kirin daxuyaniyek da û got: “Nuqteya leşkerî ya ku dewleta Tirk a faşîst ew kir hedef, nuqteyeke startejîk e.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a têkildarî mijarê daxuyaniyek da ev agahî parve kir: “Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bêserûber li ser bajar û bajarokên bakurê Sûriyê didomîne. Îro pêncşemê (16'ê Tîrmehê) dronekê ya girêdayî artêşa dagirker nuqteyek leşkerî ya hêzên Rûsyayê kir hedef.

Nuqteya ku ji aliyê faşîzma artêşa Tirk ve hate hedefkirin nuqteyeke kordîneyê ya stratejîk e ku 1 km dike başûrê bajarokê Dirbêsiyê ya li ser rêya Hesekê ye. Di encamê de leşkerekî Rûsî û 3 sivîl birîndar bûn. Lêpirsîn berdewam e ta sedemên hedefkirina nuqteya hêzên Rûsyayê werin zanîn.

Tirkiye li pêşberî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan êrîşên xwe didomîne. Di her êrîşeke Tirkiye de sivîl berdêlan didin."