Dewleta Tirk êrîşî jinên ku li nava zeviyên pembû kir: 5 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî rojhilatê Zirganê kir û di encamê de 5 jinên ku li nava zeviyên pembû dixebitîn, birîndar bûn. Her wiha gundên li Herêma Firatê jî bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker a dijî gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûne.

Navên birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20), Cûmana Hemad.

Birîndar destpêkê rakirin nexweşxaneyeke Dirêbsiyê, ji wir jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

HERÊMA FIRATÊ BI DIJWARÎ HAT BOMBEBARANKIRIN

Di saetên şevê de gelek gundên di navbera navçeya Eyn Îsa û Herêma Firatê de, bi tankan bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Gundên Xalidiyê, Cideydê û Seyda yên Eyn Îsayê û gundên Huriye, Ebd Koy û Salokê yên rojavayê kantona Girê Spî hatin hedefgirtin.

Di heman saetê de gundên Xerbîsan, Cîşan ê rojhilatê Kobanê û gundên Sêlim, Xurxurî û Ziyarê yên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê hatin bombebarankirin.

Balafirên şer ên biçek û bê mirov li ser asîmanê Kobanê û Eyn Îsayê digerin.