Dewleta Tirk dîsa zeviyên çandiniyê şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker, zeviyên çandiniyê yên gundên li rojavayê Eyn Îsa ya girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber agir.

Rejîma Tirk, bi giştî zeviyên çandiniyê yên gundê Temamiyê ya Eyn Îsa ya di bin dagirkeriya xwe de şewitand.

Li gori agahiyên hatî bidestxistin şewat di demek kurt de gehişte zeviyên çandiniyê yên gundên Seyda û Mexalaqê.

Li gorî seata herêmî şewatê heta seat 16:00’an jî berdewam dikir. Ji ber êrîşên dagirkeran gundî jî nikarin mudaxeleyî şewatê bikin.

10’ê Gulanê gudnê Qîzelî û Şorbenîsk ên Girê Spî li gel rêya M4 a li nêzî Kampa Koçberan a Eyn Îsa û derdorî wê hatibû topberankirin, şewat derketibû.

Şeva 4’ê Gulanê gundên Zenûbiya û Zey Ereb ên dikevin rojavayê Girê Spî hatibû topbarankirin. Malên gel û zevî jî şewitîbûn.