‘Dewlet’ û ‘Xilafet’ li Kobanê hilweşiya -2

DAÎŞ a ku piştî li Kobanê têk çû, YPG, YPJ û QSD’ê derbên giran li wê da. DAÎŞ ji bo hilweşandina xwe derengî bixîne li Kurdistan û Ewropayê qetlîam pêk anî. Tirkiye ya ku DAÎŞ’ê diparêze, ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan dixwaze şûna DAÎŞ'ê bigire.

DAÎŞ a ku ji bo avakirina hikumraniya tarîtiyê ya li Rojhilata Navîn, di sala 2014’an de li Iraq û Sûriyeyê hate bicihkirin û piştî ‘xilafetê’ li gorî xwe ‘dewletek’ îlan kir. DAÎŞ’ê piştî ku li Kobanê derbeya yekemîn xwar, ev derb ji bo wan bû destpêka hilweşandinê.

DAÎŞ’ê bajarê Mûsûlê yê ku herî girîng ê Rojhilata Navîn e bi dest xist û pê re jî ‘xilafeta’ xwe îlan kir. DAÎŞ’ê piştî ku Reqa jî desteser kir ‘Dewleta Îslamî’ ragihand. Dewleta Tirk, DAÎŞ sor kir û berê wan da Kobanê.

Li Kobanê şervanên YPG û YPJ’ê û bi seferberiya gelê Kurd ê li her çar parçeyan û bi hevgirtina enternasyonal a gelên cîhanê, têkçûna xwe ya yekemîn stend.

PIŞTÎ KOBANÊ HILWEŞANDINA DAÎŞ’Ê DEST PÊ KIR

DAÎŞ piştî ku li Kobanê li hemberî YPG û YPJ’ê têk çû, cara pêşîn fikra ‘DAÎŞ dikare were têkbirin’ li cîhanê deng veda û li gelek cihan li dijî DAÎŞ’ê operasyon hatin destpêkirin. DAÎŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî Kobanê kiribû û ev êrîşên wê di 27’ê Çileya 2015’an de bi berxwedana dîrokî ya 134 rojan hatibû şikandin.

Piştî ku Kobanê hate azadkirin, bi dorê Girê Spî, Eyn Îsa, Tişrîn, Sirîn, Minbîc, Tebqa, Reqa, Til Hemîs, Til Berak, Hol, Şedadê, Şehba û li Rojhilatê Dêra Zorê bi hezaran cih û war û bi milyonan sivîl ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.

DAÎŞ a ku hin hêzên herêmî û navneteweyî li ser ‘hebûna wê’ plan dikirin, piştî ku Kurdan ew têk birin, ew hêzên hanê niha jî li ser ‘nebûna DAÎŞ’ê planan dikin.

Di beşa pêşîn a nivîsa me de em li ser rabirdû, dahatû, îdeolojî, çalakî û hêza DAÎŞ’ê sekinîbûn. Di vê beşê de jî em ê qala serdema ‘têkçûna DAÎŞ’ê, qetlîamên wê yên li dijî gelê Kurd, êrîşê wê yên hovane yên li bajarên Ewropayê bikin bê ka çawa riha xwe birîn û bûbûn leşkerên dewleta Tirk.

DEMA KU DAÎŞ TÊK ÇÛ DEWLETA TIRK KETE DEWRÊ

Dema ku Kobanê di bin dagirkeriyê de bû, serokwezîrê Tirkiyeyê ê wê demê Tayyip Erdogan gotibû ‘Ew ê Kobanê bikeve’ Li hemberî vê gotinê Fermandarê Biryargeha Parastina Gel Mûrat Karayilan jî dema ku şerê li Kobanê gelekî giran bû, gotibû ku ‘Ew ê Kobanê nekeve, ew ê Girê Spî bikeve.’ Vê gotina Karayilan di 15’ê Hezîrana 2015’an de pêk hat.

Piştî ku Kobanê neket û Girê Spî hate azadkirin a ku di navbera dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de deriyekî girîng ê bazirganiyê bû, medyaya Tirk bi manşetên wekî ‘PYD ji DAÎŞ’ê xerabtir e’ û ‘Li Başûrê welatê me, dibe ku şerek pêk were, divê em amade bin’ diyar kir şerê ku DAÎŞ’ê dikir, êdî ew ê bikin.

QETLÎAMÊN DAÎŞ’Ê YÊN LI TIRKIYE Û BAKURÊ KURDISTANÊ

Bi gefên Erdogan re DAÎŞ’ê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê dest bi êrîşên hovane kir.

-5’ê Hezîrana 2015’an: Rojek beriya hilbijartinê, DAÎŞ’ê li Amedê di mîtînga HDP’êde bombeyek teqand, 4 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.

-20’ê Tîrmeha 2015’an: Ciwanên ku endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) bûn, dema ku xwestin pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, li Sirûcê bûn hedef. Di vê êrîşa DAÎŞ’ê de 34 ciwan hatin qetilkirin, bi dehan ciwan birîndar bûn. Beriya êrîşê bi 4 rojan, Erdogan ‘Plana çokdanînê’ dabû destpêkirin.

-10’ê Cotmeha 2015’an: Hêzên Demokrasiyê li Enqereyê mîtîngeke aştiyê li dar xistin û DAÎŞ’ê êrîşî vê mîtîngê kir. Di vê êrîşê de zarok jî di nav de 103 sivîl hatin qetilkirin û bi sedan sivîl jî birîndar bûn. Beriya hilbijartina 1’ê Mijdarê, Erdogan bi êrîşan xwest çavê dînamîkên civakê yên Tirkiyeyê bitirsîne.

-20’ê Tebaxa 2016’an: Çeteyên DAÎŞ’ê li navçeya Şahînbey a Dîlokê êrîşî daweteke Kurdan kir. Di vê êrîşê de gelek jê zarok, 59 kes hatin qetilkirin, herî kêm 90 kes birîndar bûn. Erdogan ev êrîş kir hinceta êrîşa dagirkeriyê ya ‘Mertala Firatê.’

ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê YÊN LI EWROPAYÊ

Çeteyên DAÎŞ’ê bi tenê nebûn belaya serê Kurdan. Çeteyên DAÎŞ’ê Ewropa di serî de li gelek bajarên cîhanê li dijî sivîlan qetlîam kir.

Qetlîamên li Ewropayê piştî gefên Erdogan hate kirin û beşeke zêde ya endamên DAÎŞ’ê ji ser Tirkiyeyê çûn Ewropayê. Derbarê vê ‘hevkariya Tirkiye û DAÎŞê’ gelek belge derketin holê.

DAÎŞ’ê li 7 welatên Ewropayê êrîş pêk anî û jin û zarok jî di nav de herî kêm 331 kes mirin , bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li Fransayê di 10 êrîşan de 227 kes, li Belçîkayê di 3 êrîşan de 36 kes, li Îngîltereyê di 4 êrîşan de 36 kes, li Danîmarkayê di 2 êrîşan de 2 kes, li Elmanyayê di 4 êrîşan de 13 kes, li Swêdê di 2 êrîşan de 4 kes û li Îspanyayê jî di êrîşekê de 13 kes ji aliyê DAÎŞ û çeteyên girêdayî wê hatin qetilkirin.

-7’ê Çileya 2015’an: li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi çekan êrîşî ofîsa kovara mîzahê ya Charlîe Hebdo hate kirin. Di êrîşê de 12 kes hatin qetilkirin û 11 kes jî birîndar bûn.

-9’ê Çileya 2015’an: Endamekî DAÎŞ’ê li Parîsê polîsek kuşt û li herêma Vîncenneyê li marketeke Cihûyan 4 mişterî qetil kir.

-13’ê Mijdara 2015’an: Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye di êrîşên hemwext ên bombe û çekan de 7 jê êrîşkar 137 kes hatin qetilkirin û herî kêm 300 kes birîndar bûn. DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girt.

-22’ê Adara 2016’an: Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye, li balefirgeh û îstasyona metroyê êrîşeke xwekuj hate kirin, 32 sivîl mirin û herî kêm 300 sivîl jî birîndar bûn. Ev êrîş piştî gefên Erdogan ên li dijî Belçîkayê pêk hat û DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girt.

-14’ê Tîrmeha 2016’an: Li Fransayê di cejna neteweyî ya Roja Bastîlleyê de endamekî DAÎŞ’ê bi kamyonê ket nav sivîlan û 84 kes qetil kir.

-19’ê Çileya 2016’an: Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê de TIR’ek ket bazara Noelê û 12 kes qetil kir û 56 kes birîndar kir. Beriya vê êrîşê Erdogan ji ser penaberan gef li Elmanyayê xwaribû. DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girt.

-22’ê Gulana 2017’an: Li bajarê Manchesterê yê Îngîltereyê di konsera hunermend Arîana Grande de, êrîşek hate kirin. 23 kes mirin û 250 kes birîndar bûn. DAÎŞ’ê êrîş li xwe girt.

-3’ê Hezîrana 2017’an: Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, sê kesan bi mînîbusekê peyayên li ser Pira Londrayê kirin hedef. Di êrîşê de 8 kes mirin û 48 kes birîndar bûn. DAÎŞ’ê êrîş li xwe girt.

-17’ê Tebaxa 2017’an: Li bajarê Barcelonayê mînîbusek derkete ser peyareyê û ajot ser sivîlan. 13 kes mirin û hêrî kêm 100 kes birîndar bûn. DAÎŞ’ê êrîş li xwe girt.

KRONOLOJIYA TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê

Piştî Serkeftina Kobanê YPG û YPJ (Piştre QSD hate îlankirin) bi şîara ‘DAÎŞ li ku be, wê bibe hedefa me’ li bakurê rojhilatê çemê Firatê li dijî DAÎŞ’ê dest bi operasyonan kir û DAÎŞ ji herêmê paqij kirin.

7’ê Adara 2015’an: Bajaroka Şêxler a li rojavayê Kobanê hate azadkirin.

15’ê Hezîrana 2015’an: Girê Spî hate azadkirin.

23’ê Hezîrana 2015’an: Bajaroka Eyn Îsa ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin.

25’ê Hezîrana 2015’an: Çeteyên DAÎŞ’ê ji Tirkiyeyê êrîşî Kobanê kirin û qetlîamek pêk anîn. Di êrîşan de 233 sivîl hatin qetilkirin û 273 sivîl jî birîndar bûn.

27’ê Tîrmeha 2015’an: Şervanên YPG û YPJ’ê bajaroka Sîrînê ya li başûrê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kir.

1’ê Tebaxa 2015’an: Navenda Hesekê ji çeteyên DAÎŞ’ê hate paqijkirin.

12’ê Cotmeha 2015’an: 13 hêzên şoreşger ên gelên Sûriyeyê di bin navê QSD’ê de bûn yek.

31’ê Cotmeha 2015’an: QSD’ê li başûrê Hesekê operasyona xwe ya pêşîn da destpêkirin û gelek cih ji DAÎŞ’ê paqij kir.

11’ê Mijdara 2015’an: QSD’ê bajaroka Xatûniyê û gola wê ji DAÎŞ’ê paqij kir.

12’ê Mijdara 2015’an: QSD’ê bajaroka Holê ya li başûrê Hesekê ji DAÎŞ’ê paqij kir.

18’ê Mijdara 2015’an: Xaçerêka Şengal, Mûsûl, Hesekê û Reqayê ji çeteyan hate paqijkirin.

23’ê Mijdara 2015’an: QSD ji bo ku DAÎŞ’ê ji başûrê Kobanê paqij bike, pêngaveke nû da destpêkirin û gelek herêm ji DAÎŞ’ê paqij kir.

26’ê Kanûna 2015’an: QSD’ê Bendava Tişrînê azad kir.

15’ê Tebaxa 2016’an: Minbîc hate azadkirin.

10’ê Gulana 2017’an: Bendava Tebqayê ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin.

17’ê Cotmeha 2017’an: Wîlayeta Reqayê, bi dehan bajarok û sedan gundên wê, bi operasyonên di 5 qonaxan de ji DAÎŞ’ê hatin paqijkirin.

9’ê Îlona 2017’an: Qonaxa pêşîn a ‘Bagera Cizîrê’ li rojhilatê Dêrazorê hate destpêkirin.

DAÎŞ TÊK ÇÛ LÊ FERASETA WÊ DIJÎ

QSD’ê gundên bajaroka Hecînê ya Dêrazorê ji DAÎŞ’ê paqij kir û li ser kevana bakur û rojhilatê Çemê Firatê, DAÎŞ têk bir.

Lê pispor diyar dikin ku DAÎŞ şaneyên wê yên veşartî hene û ev têkoşîna li dijî wan demeke zêde jê re hewce ye. Di heman demê de gelek endamên DAÎŞ’ê yên ku ketine bi sîwana Tirkiyeyê, li cihên wekî Efrîn û Îdlîb û Tirkiyeyê hene.

Di dema dewrkirin û teslîmkirina li Cerablûsê ya ku di navbera DAÎŞ û Dewleta Tirk de pêk hatibû, emîrekî DAÎŞ’ê gotibû, “Em ji Cerablûsê derneketin, tenê me riha xwe qusand û me kamûflajên xwe guherand.” Ev jî diyar dike ku di warê fîzîkî de DAÎŞ hatiye têkbirin lê feraseta wê hê jî didome û li hemberî vî tiştî jî têkoşîneke berfireh hewce dike.