‘Dermanê vê penceşêrê li Kobanê bi berxwedanê destpê kir’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hamid El-Mihbaş di merasîma serfiraziya QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê de axivî û got; “Dermanê vê penceşêrê li Kobanê bi berxwedanê destpê kir.”

Merasîma serfiraziyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi axaftinên rayedaran dewam kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş di merasîma ragihandina tunekirina DAÎŞ`ê de axivî, serkeftin pîroz kir û wiha got: “Ev roj ji bo gelê Sûriyê û tevahiya cîhanê rojeke dîrokî ye. Wê dîrok van kêliyan bi tîpên zêrîn binivîse ku ew jî ragihandina serkeftinê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bû.”

El-Mihbaş wiha got: “Hêzên Sûriya Demokratîk erka xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî.  Ev hêzên hêja ne ku em wan wek hêzên aştî û mirovahiyê bi nav bikin.”

El-Mihbaş da zanîn ku DAÎŞ`ê erdnîgariyeke berfireh ji axa Sûriyê ji Reqa, Tebqa, Girê Spî û heta sînorê Şamê li kampa Yermûk, herêmên nêzî Siwêdayê û sînorê bi Tirkiyê re kontrol kirin û wekî nexweşiya penceşêrê belav bû û wiha dewam kir: “Lê dermanê vê nexweşiyê li Kobanê bi berxwedanê dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ`ê dest bi şerê pêşîgirtina berfirehbûna terorê kir.”

El-Mihbaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiyên Xweser û sivîl li hemû herêmên rizgarkirî hatin avakirin. Ev rêveberî bûn bersiv ji pêvajoyê re û destek da şêniyan û tevî derfetên kêm pêwîstiyên koçerban bi cih anîn.”

EHMED: PÊVAJOYA LI PÊŞIYA ME WÊ GIRAN BE

Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di merasîma serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ‘ê ya li Heqil Umer de axivî.

Îlham Ehmed serkeftina QSD‘ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê, hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî terorê şer kirine û bi taybet li YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî pîroz kir. Ilham Ehmed hemû şehîdên ku di oxira rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe feda kirine, bi bîr anî.

Îlham Ehmed got: "Em niha kêliyên dîrokî dijîn, dîrok dê vê bûyerê, fedekariya hêzên me yên leşkerî û keda gelê me yê welatparêz bi tîpên zêrîn binivîse.”

Îlham Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hêzên me ev 5 sal in şerê vê nexweşiya ku welatê me parçe kiriye dike, bi kedeke mezin jiyana asayî û azadî vegeriya."

Îlham Emed diyar kir ku hîn jî xeteriya DAÎŞ’ê li herêmê bi dawî nebûye û wiha axivî: “Di vê kêliya ku têkçûna terorê tê ragihandin de, em dizanin ku hîna xeteriya wê li herêmên din ên Sûriyê heye. Em dibêjjin ku pêvajoya rizgarkirina erdîngariyê nayê wateya tinekirina terorê. Ji ber ku hîna hucreyên wê yên veşartî hene. Mertisiyên ji nû ve derketina DAIŞ’ê hene, heger bi rêya hêzên herêmî be anî jî bi rêya şaneyên veşartî be. Lew ra pêvajoya bê wê girantir be ji ber ku li hemberî şaneyên veşartî dê operasyon bêne lidarxistin. Her wiha divê dosyaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan 5 hezar in were vekirin û bi rêya dadgeha navdewletî werin darizandin. Li aliyekî din jî malbatên wan ku hejmara wan zêdeyî 80 hezar kesin ji dosyayên bi girêk in divê were çareserkirin. Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk em dibînin ku desteka navdewletî girînge divê berpirsyartiya xwe dewam bikin."

Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed, bang li hêzên aktîv ên li ser erdê û civaka navdewletî kir ku beşdarî çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê bibin û roleke erênî ji bo vegerandina penaberan di çarçroveya proseyeke siyasî de bilîzin.

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi hêvî ne ku pêngava serkeftinê gaveke mezin ber bi aştiyê ve be. Carekeke din em dûbare dikin ku pêvajoya siyasî bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser wê bi sernekeve."

XELAT HATIN DAYÎN

 

Piştî xwendina peyamên pirozgahiyê ya Wezara Berevaniyê ya Brîtanya û peyamên din Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û ji fermandarên YPJ’ê Newroz Ehmed kesên ku di tunekirina DAÎŞ’ê re rol girtine diyarî da wan.

Nûnerê DYE’yê têkoşÎna li dijî DAÎŞ’ê Wîllîam Roebûcki li şûna Buroya Malbatên Şehîdan Farûq Maşî, nûnerê Saziya Birîndar û Gaziyan yek ji şervanên birîndar, Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Bakurê Sûriyê fermandar Qehreman Hesen xelat girtin.