Dêrikê destek da çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalka

Ciwanên ji Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî êrîşên dagirker ên Tirk li deriyê sînor ê Sêmalka, ku bi sînorê Başûrê Kurdistanê re sînor e, çalakiya kon didomînin. Gelê Dêrikê destek da çalakiyê.

Ciwan bi çarçoweya pêngava ‘Serî Hilde’ ev 10 roj in li deriyê sînor ê Sêmalka êrîşên dagirker ên Tirk şermezar dikin. Kurd û Erebên Girkê Legê û Rimêlanê serdana çalakiyê kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.
Gel wêneyên  Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, piştî ku li meydana Azadî ya Girkê Legê kom bûn, ber bi deriyê sînor ve meşiya.


Ji Rêveberiya Ciwanan a PYD’ê Mustafa Ehmed di çalakiyê de axivî û êrîşên ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên dagirker ên li ser Efrînê, sûcên dijî mirovahiyê şermezar kir. Ehmed got, ‘’Xeyalên Osmanîtiyê bi fedakariyên şehîdên Kurdistanê hatine pûçkirin.’’


Hevserokê Meclîsa Girkê Legê Mihemed Cemîl jî êrîşên dagirker ên li ser Başûr û Rojava şermezar kir û got wê nikaribin vîna gelê Kurd bişkînin.