Dagirkeran li Babê agir berdan zeviyên çandiniyê

Çeteyên dewleta Tirk li bajarê Bab ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, zeviyên welatiyên sivîl ên gundên dikevin rojhilatê bajar şewitandin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker zeviyên çandiyê yên gundiyên dikevin rojhilatê Babê şewitandin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê û cotkar ji bo agir negihêje aliyê din ketin tevgerê û agir vemirandin.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Baran Arîme diyar kir ku şewata ku li gundê Şêx Nasir a li herêma di bin dagirkeriya çeteyên ‘Kalkana Firat’ a girêdayî dewleta Tirk de ye derketî, devera darên guz û zeytûn li gel zeviyên genim li xwe girtiye.