Dagirker li Til Temirê bombeyan li sivîlan dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker bi giranî bombeyan li qadên sivîlan ên li Til Temirê dibarîne. Li gelek gund û gundikan şerekî giran diqewime.
Dewleta Tirk a dagirker bi giranî bombeyan li qadên sivîlan ên li Til Temirê dibarîne. Li gelek gund û gundikan şerekî giran diqewime.
Hêzên dagirker ên Tirk tevî komên xwe yên çete bi rojane êrişê dibin ser gundên Til Temirê.
Li gorî dema herêmê saet di 11:30'î de li gundê Dawudiyê û gundikên Îşa û Gebro ji ber êrişên dewleta Tirk şerekî giran diqewime. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî jî bersivê didin êrişên dewleta Tirk.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe her wiha êrişê dibin ser sivîlên li gundên Til Tewîl û Til Kêfê. Li herêmê gelek sivîl ji neçarî warê xwe terikandin. Li wan gundan hîn jî sivîl hene û gef li jiyana wan tê xwarin.