DAÎŞ'î: Em ji Tirkiyeyê hatin, dixwazin vegerin Tirkiyeyê

Çeteyên DAÎŞ'ê yên doh li Baxozê teslîmî QSD'ê bûn ku piraniya wan ji komarên Tirkî ne, gotin "Em ji Tirkiyeyê hatin, dixwazin vegerin Tirkiyeyê."

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li gundê Baxozê yê bajarok Hecînê yê Dêra Zorê didome. Şervanên QSD'ê 9'ê Sibatê dest bi veguhastina çeteyên DAÎŞ'ê yên qebûl kirin ku teslîm bibin û malbatên wan kirin. Di encama karê veguhastinê de ku heta 1'ê Adarê dewam kir, zêdeyî 10 hear kes ber bi herêmên ewle ve hatin veguhastin.

Piştî veguhastina 20 rojan, nêzî 2 hezar çeteyên DAÎŞ'ê ku piraniya wan biyanî ne û malbatên wan red kirin ku teslîm bibin. Li ser vê yekê hêzên QSD'ê 1'ê Adarê saet 18:00 dest bi operasyona li dijî çeteyên mayî yên li Baxozê kirin. Piştî operasyona pênc rojên dawî ku ji 3 baskan ve hate kirin, doh bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê tevî malbatên xwe teslîmî şervanên QSD'ê bûn.

Zêdeyî 600 çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan ji koorîdora ewle ya şervanan xwe gihandin girê Baxozê. Kameramanên ANF'ê dîmenên wan kişandin. Çeteyên ku piraniya wan ji komarên Tirkî ne, ji ANF'ê re axivîn û qala tevlîbûna xwe kirin. Piraniya çeteyan ji Tirkmenîstan, Ozbekîstan û Kazakîstanê ne. Temamiya wan gotin, "Em di ser Tirkiyeyê re hatin Sûriyeyê, em dîsa dixwazin vegerin Tirkiyeyê."

Çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê Mûstafa Turkmenîstan diyar kir ku ew Tirkmenîstanê hatiye Tirkiyeyê, demekê li Tirkiyeyê maye, li wê derê jê re gotine, "Li Sûriyeyê pere heye, mal, milk her tişt hene" û li ser vê yekê derbasî Sûriyeyê bûye, lê poşman e ji ber ku hatiye. Çeteyê DAÎŞ'ê îdîa kir ku di nava DAÎŞ'ê de wî ranehiştiye çekê, bi bazirganiyê re mijûl bûye û got, li Tirkmenîstanê zilm dîtiye lewma ji Tirkmenîstanê derketiye. Em jê dipirsin bê dixwaze ji niha û pê ve çi bike; çeteyê bi navê Mûstafa jî dibêje, ew dixwaze vegere Tirkiyeyê.

Çeteyê bi navê Mîradîl jî diyar kir ku ew tevî apê xwe sala 2016'an destpêkê hat Tirkiyeyê, piştre derbasî Iraqê bû û îdîa kir ku ew bi bazirganiyê re mijûl dibû, ranehiştiye çekê. Mîradîl bi dewamî got, "Ji ber ku me li Tirkmenîstanê gelek zilm dît em hatin Tirkiyeyê. Li wir jî jiyan gelekî buha ye. Yekî ji Tirkmenîstanê ku me ew nas dikir, ji me re got ku li Sûriyeyê em ê bibin xwedî mal û milk. Em jî bi malbatî hatin. Lê ji ber hatinê poşmanim. Dayik û bavê min jî bi koma beriya niha derketin û niha li kampê ne. Em dixwazin vegerin Tirkiyeyê."

Çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê Ebû Mûhammed jî mîna yên din anî ziman ku sala 2016'an ew hatiye herêmê û îdîa kir ku bi bazirganiyê re mijûl bûye û dixwaze vegere Tirkiyeyê. Ji bo pirsa "Çima Tirkiye" dibêje, "Li wir demokrasî heye."

Çeteyekî din ê DAÎŞ'ê yê ji Tirkmenîstanê ku birîndar bûye got, "Ji bo bi Îslamê bijî û çanda Îslamê hînî zarokên xwe bike" hatiye herêmê. Ji bo pirsa "Li welatê xwe hûn bi Îslamê nedijiyan?" çeteyê DAÎŞ'ê got, li welatê wî derfetên vê yekê tinebûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê hemû yên radestî QSD'ê bûne dibêjin ku di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne û dixwazin li Tirkiyeyê vegerin.

Çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên teslîmî QSD'ê bûne, destpêkê bi rêya korîdorê ji qada şer tên derxistin, piştî kontrola giştî jî nasnameyên wan tên qeydkirin.

Şervanên QSD'ê pêwîstiyên sereke yên jiyanê ji bo çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan tedarik dikin û wan dişînin kampan.

Li herêmê ji aliyekî ve veguhastin tê kirin, lia liyê din jî şer diqewime. Di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de yên qebûl nekirine teslîm bibin, şer diqewime.