Ciwanên herêma Firatê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên herêma Firatê ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Ciwanan peyama heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were ew ê li qadan bin, dan.
Ciwanên herêma Firatê ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Ciwanan peyama heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were ew ê li qadan bin, dan.
Dewletên hegemon di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan komploya navdewletî dan destpêkirin. Ciwanên herêma Firatê ji bo protestokirina salvegera destpêka komployê çalakî li dar xistin. Bi dehan ciwanên li girê Miştenûrê li hev civiyan û heta qada Jinên Azad a Kobanê meşiyan.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bênavber dirûşmên “Bê Serok Jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Piştî ku ciwan gihîştin qada Jinên Azad, ji bo şehîdan deqeyekê rêz girtin. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rudîn Bozan li ser navê ciwanan axivî. Rudîn Bozan got ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe ew ê li qadan bin û wiha got: "Xwestin bi riya komployê neteweyekê tune bike, lê Rêber Apo bi riya fikrên xwe komplo vala derxistin. 25 sal in komployê li ser komployê li ser Rêber Apo didin ferzkirin. Dewletên desthilatdar xwestin bi riya komployê fikrên Rêber Apo tune bikin. Tecrîd li ser tecrîdê li ser Rêber Apo didin ferzkirin. Dixwazin bi tecrîdê gel û Rêber Apo ji hev qut bikin. Divê were zanîn ku ev doz doza me ye û em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin. XûCiwan li ser fikrên Rêber Apo li hemberî komplogeran têdikoşin”
Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.