Cenazeyê şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Hesekê û gundewarên wê bi merasîmekê cenazeyên şervanên QSD û YPG’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi hezaran hezaran welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Elî El-Hisên (Egîd Hesekê), Ehmed Hebab (Şamî Hesekê), Subhî El-Hesanî (Fayiz Hesekê), Edhem El-Betûra (Rênas), Elî El-Hisêno (Ebû Kurdo), Ehmed Remedan (Rojhat Hesekê), Mehmûd Salih (Çiya Hesekê) Xazî Çaçan (Hogir Hesekê), Ehmed Cenah ( Yezen Hesekê), Hemîd El-Casim (Çekdar Hesekê) û şervanê YPG‘ê Yezen Şenûn (Gerzan Têkoşer) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên ŞehÎdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD û Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxisitn.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê endamê meclîsê Îdan Efênî, ji fermandarên QSD‘ê Şiyar Hesekê û li ser navê meclîsa navçeya rojavayê Hesekê Remedan Fetah axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên eşhîdan re xwestin û diyar kirin ku rizgarkirina Baxoz û têkoşîna DAÎŞ’ê berhemê ked û xwîna şehîdan e.

Li aliyê din di merasîmê de, wesyatnameya şehîdê enternasyonalîst Têkoşer Piling ê ku di 18‘ê Adarê de li Baxozê şehîd bibû hate xwendin, ku tê de dibêje; şerê li dijî DAÎŞ karê durust e û hêviya serkeftinê ji gelê Sûriyê re dixwaze.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.