Cenazeyên şehîd Rêzan Mistefa û Candar Oskîlo li Helebê hatin veşatin
Cenazeyên şehîd Rêzan Mistefa û Candar Oskîlo li Helebê bi merasîmekê hatin veşartin. Hevrêyên şehîdan di merasîmê de soza tohildanê dan.
Cenazeyên şehîd Rêzan Mistefa û Candar Oskîlo li Helebê bi merasîmekê hatin veşartin. Hevrêyên şehîdan di merasîmê de soza tohildanê dan.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyên Rêzan Mistefa û Candar Oskîlo yên 8′ê Cotmehê di êrişên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya li Dêrikê de şehîd bûbûn, duh êvarî pêşwazîkirin û îro bi merasîmkê li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veşartin.
Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê wergirtin û bi dirûşmên tolhildan û dilsoziya bi şehîdan re ber bi goristanê ve meşiyan.
Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin û rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed daxuyaniya meclisê xwend.
Di daxuyaniyê de dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nirxandin û hate gotin, armanc ji van êrişan dûrxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê azadîxwaz û qirkirina gelan e.
Di daxuyaniyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku destkeftiyan biparêzin.
Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehrema Bekir jiyana her du şehîdan vegot û got: "Dema şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, şehîd Rêzan heta rizgarkirina her du taxan şer kir. Şehîd Candar ne dûrî wî bû, tevî ku ne ji zûde tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûbû jî kedeke mezin da. Em ê her tim behsa herdu şehîdên xwe bikin.Hewldanên her du şehîdan ji bo pêkanîna aştî û ewlehiyê bû. Êrişên dagirkeran û fedakariyên zarokên me wê herkîna dîrokê biguherînin û wê bi teqez serkeftin para me be."
Li ser navê malbata şehîd Rêzan, Hemîd Mistefa got: "Ev kombûn nîşana girêdana xurt a di navbera gel û hêzên wê de ye. Em ê li derdora hêzên xwe bin û gav bi gav ber bi serkeftinê ve bimeşin."
Hevrêyê şehîd Rizan û Candar stranek diyarî şehîdan kir.
Piştre wesîqeyên şehîd Rêzan Mistefa û şehîd Candar Oskîlo hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqêf hatin veşartin.