Cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Salih hat veşarin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Deham Salih li navçeya Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl ji bo veşartina cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Deham Salih li goristana şehîdan kom bûn.

Di merasîmê de piştî deqîqeyek rêzgirtinê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre ji fermandarên QSD’ê Mihemed Salih axivî û got: “Destkeftî bi saya şehîdan tên bidestxistin. Ne ji fedakariyên wan ên mezin bûya, wê welat bihata dagirkirin û wê xêrûberên gel bihata talankirin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hîbe El Ebdullah jî diyar kir ji boku bigihêjin aramî, ewlehî û azadiyê û serkeftin pêk were ku şehîdan canê xwe dan.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyê “Şehîd namirin” de hat veşartin.