Cenazeyê şehîdê YPG'ê Kemal Efrîn hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Kemal Efrîn ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, li navçeya Ehresê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi hezaran mirovên ji Efrîn û Şehbayê ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPG'ê Kemal Efrîn (Elî Heyder) ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, li ber nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê li hev civiyan.

Cenazeyê Efrîn bi karwanekî ji wesayitan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ve hate birêkirin.

Li goristanê merasîmek ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê hate lidarxistin. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso, ji Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Ebîd El-Hemîd Bekrî, ji Tevgera Civaka Demokratîk Esmehen Hesen û ji Kongreya Star Gulê Mihemed li merasîmê axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û teqez kirin ku piştî Baxozê wê Efrîn bê rizgarkirin.

Di merasîmê de mamoste Şêrîn wesîqeya Kemal Efrîn xwend û radestî malbatê kir. Piştre cenaze li ber dirûşm û tilîliyan hate veşartin.